Polîtîk

Her du cîgirên Celal Talebanî grûpek nû di nav YNKê de ragehand

Berhem Sailh û Kosret Resul, cîgirên sekreterê giştî yên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî, îro roja pêncşemê 01.09.2016ê li Silêmaniyê, baskek nû di nav YNKê de binavê Senterê Biryardanê di nav YNKê de îlan kir.Ev baskê nû yê hatiye pêkanîn, li gor hin zaniyariyan, li dijî baskê Hêro Îbrahîm Ehmed (hevjîna Celal Telanî) ye.Baskê nû hatiye îlan kirin ku ji aliyê Kosret resûl û Berhem Salih tê birêve birin, di daxuyaniyekê de ku ji raya giştî re weşandiye û sedemên îlankirina vê grûpê tê diyar dike û dibêje ku, Îranê gelek hewil da vb grûp neyê ragehanidn.Li gor daxuyaniyê ku ji 9 xalan pêk tê, dibêje: Heta kongireyeke şeriî û dûr ji sextekariyê tê amadekirin, em weke Senterê Biryardanê di nav YNKê de îdareya partiyê dikin û her biryareke derveyî vê senterê be nayê qebûl kirin.

Back to top button