Cîhan

Henry Kissinger koça dawî kir​

Alîkarê taybet ê berê yê Henry Kissinger û Balyozê berê yê Amerîkayê li Çînê Winston Lord, mirina Kissinger ragihand û got, “Amerîka ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî kesayetek pir girîng wenda kir.”

Li gora fîrmaya şêwirmendiya jeopolîtîk a Kissinger Associates Inc. dayî xûyakirin, Henry Kissinger, roja Çarşemê di 100 saliya xwe de mir,

Di daxuyaniya şîrketê de hat diyarkirin ku Kissinger li mala xwe ya li Connecticutê jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku ew ê bi merasîmeke taybet a malbatê were definkirin û piştre li New Yorkê merasima bîranînê ya gel bê lidarxistin.

Kissinger ku di sala 1923an de li Almanyayê ji dayik bû, tevî malbata xwe ji Almanyaya Naziyan reviya û di sala 1938an de li Amerîkayê bi cih bû. Kissinger ku di 20 saliya xwe de bû hemwelatiyê Amerîkayê, 3 salan di artêşa Amerîkayê de xizmet kir û piştre di îstixbarata artêşê de xebitî.

Di dema kariyera xwe ya siyasî ya dirêj de, Kissinger di siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî de rolek sereke lîst.

Kissinger, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî ji 1969 heta 1975; Her wiha di navbera salên 1973 û 1977’an de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî kiriye. Di van heşt salan de, Kissinger gelek biryarên girîng girtin, di nav wan de Dîplomasiya Shuttle ya bi armanca aştiya li Rojhilata Navîn, danûstandinên veşartî û gelek hewldanên ku bandorê li siyaseta cîhanê bikin pêkanîn. Dawî kirina şerê Wietnamê de rolek sereke leyizt.

Dîplomatê navdar her wiha ji ber beşdariya wî di dîplomasiya di navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetê de ji bo kêmkirina tansiyona şerê sar û rola wî di gotûbêjên sinordarkirina çekên stratejîk ên di navbera her du welatan de û rêkeftina encamdayî de hate pesinandin.

Di sala 1969 de, serokê wê demê yê Amerîkî Richard Nixon, Kissinger wek Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî destnîşan kir. Vê helwestê di diyarkirina siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî de hêzek mezin da wî.

Kissinger, ku paşê wek Wezîrê Karên Derve hat tayînkirin, têkiliyên dîplomatîk bi Çînê re domand û di danûstandinên ku Şerê Ereb-Îsraîl 1973 (Yom Kippur) rola sereke leyizt.

Kissinger, siyaseta DYA di derbarê Kurdan jî rolek sereke leyizt û peymana xiyanetê ya Cezayir de ku bo sedemê tûkçûna şoreûa Îlona mezin rolê Kissinger, gelek bû. Di dema xwe de sala 1975 di nava Barzaniyê nemir û Kissinger de diplomasiyek anameyê pêkhatibû. Barzani nameyek ji Kissinger re rêkir û wî jî bersiva Barzanî dabû.

Gotineka gelek girîng a Kissinger, heye ku ev gotin bingehê siyaseta Amerikayê tayin dike. Kissingerdibêje: Em siyaseta Amerika ya ji derve nakin qurbana mafê mirovan.


Back to top button