Polîtîk

Hemû Kurdên cîhanê ji bo Şengalê bibin yek

Îro gelê me  yê  Êzidî û hemû gelê me yê  Şengalê di bin xeteriya qetlîmekê de ne. DAÎŞ ê bi  destên  xwe  yên qirej ve  Şengal  îşgal kiriye.

Helbete ku îşgalkirina Şengalê ya bi deste DAÎŞ ê ve dê bi her awayî ve bê nirxandin.Lê ne îro û ne jî di pêş de nabe ku ev nirxandinana li ser esasê dijminatiyê, li ser esasê têkbirina hest û yekitiya neteweyî bêne kirin.

Divê îro hemû Kurdên cîhanê li gel birayên me yên êzidî  yên Şengalê, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gel pêşmeryan   bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesud Barzanî  bi  xwe fermandariya operasyona bidestxistina Şengalê dike. Fermandar û rêveberên Kurdistanê bi xwe di nav  sîperan de ne. Bi sîlehên qurs û pêşketî hêzeke mezin ya pêşmergeyan Şengal dorpêç  kirine. Em hêvî û bawer dikin ku,  fermandariya pêşmerge dê li hin rêyên eskerî bigere ku, ji bo xelkê me yê sivîl yê Şengalê hîn zêdetir zerarê nebine û Şengalê rizgar bike. 

Hemû gelê me ,hemû rêveber û pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, bê şik di wê baweriyê de ne ku, dê Şengal ji deste DAÎŞ ê were rizgar kirin.Û em jî di wê baweriyê de ne ku, dê Şengal ji DAÎŞ ê re nemîne.DAÎŞ jî û yên çavên xwe ji êrîşên DAÎŞ ê re dineqînin jî, dê bibînin ku, Şengal di meşa serxwebûna Kurdistanê de dê bibe rawestgeheke dîrokî. Êdî  tu kes nikare rê li ber vê meşê bigire. Em bawer dikin ku, merhaleya Konfederaliyê jî dê zêde neajo û Başûrê Kurdistanê weke dewleteke azad û serbixwe di nava dewletên cîhanê de dê cîhê xwe bigire.

Wekî Hewldana Partiyeke Kurdistanî,  em li gel birayên xwe yên Şengalê nin. Li gel birayên xwe yên Başûr in. Em amade ne ku bi her awayî piştgiiriya birayên xwe bikin.

Belê  îro yek tişt heye em bibêjin, ew jî ev e: Hemû Kurdên cîhanê ji bo Şengalê bibin yek.04.08.2014

Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

 

Back to top button