Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê dibêje, me hemû gundên derdora Başîkê rizgar kirine û navenda Başîkê jî niha di bin dorpêça me de ye û em li hêviya fermanê ne ku wê nahiyeyê jî rizgar bikin.Lîwa Nûredîn Husên Herkî Berpirsê Tevgera Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand, “Tevahiya gundên derdora Başîkê ji destê terorîstên DAIŞê hatin derxistin û niha tîmên endazyariya leşkerî mijûlî paqijkirina wan gundan e ji mayîn û bombeyan, ew kar jî giran e û wext jê re divê.”Herkî wiha got, “Tenê navenda Başîkê maye ku ew jî bê rizgarkirin û ew jî niha di bin dorpêça Hêzên Pêşmerge de ye. Tevî ku terorîstên DAIŞê hewl didin ku xwe rizgar bikin, lê nikarin xwe ji destê Pêşmergeyên qehreman rizgar bikin.”
Pêş
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
04/07/2025
Teqînek bihêz li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat bihîstin
Balkêş e ?
Close - Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn01/07/2025