CîhanCivakDosya

Canfîdayên Kurdistanê pêşmergeyên qehreman

Bi hezaran qehremanên bênav hene. Jîyana her yekî çirokek e, dîrokek e. Her çîrokek li ser bingeha fidakarî û qehremantiyên mezin, bi xwînê hatiye nivîsandin. Ne bes bi xwîna Pêşmergeyên qehreman… CANFÎDAYÊN KURDISTANÊ: PÊŞMERGEYÊN QEHREMAN Û DR. SULEYMANRojekê xwe li şûna Pêşmergeyekî bifikirin. Xeyal bikin ku we fidakariyên mezin kiriye û ji bo Kurdistanê şer dikin. Paşê ji Pêşmergeyekî jîyana wî bipirsin. Hunê bibînin ku fidakariya ku wî/wê Pêşmergeyê kiriye we nekarîbûye xeyal jî bikin. Dema we vê rastiyê dît hunê girîngiya Pêşmergeyan bo Kurdistanê fam bikin û hunê qedrê Pêşmergeyên qehreman bizanibin.Bi hezaran qehremanên bênav hene. Jîyana her yekî çirokek e, dîrokek e. Her çîrokek li ser bingeha fidakarî û qehremantiyên mezin, bi xwînê hatiye nivîsandin. Ne bes bi xwîna Pêşmergeyên qehreman… Bi xwîna jin û zarokên wan, bi xwîna dayik û bavên wan, bi xwîna xwişk û birayên wan, bi xwîna nas û dostên wan, bi xwîna bi sed hezaran Kurdan hatiye nivîsandin. Û helbet bi xwîna dijminên Kurdistanê…Îro, di vê saetê de Pêşmergeyên qehreman bênavber, bi fidakarî û qehremantiyên mezin parastina Kurdistanê dikin û axa Kurdistanê ji terorîstan paqij dikin. Jîyana wan têkoşîn e. Berjewendiyên şexsî li hêlekê hiştine û bitenê ji bo Kurdistanê dijîn/şehîd dibin. Ên ku ji zarokên xwe yên di dergûşê de dûrin, ên ku destekî xwe yan lingekî xwe kiribin qurbaniya Kurdistanê lê hîn jî ji eniyên şer venagerin, ên ku ji malbatên xwe ji heskiriyên xwe dûr in, ên ku xwişk û birayên xwe şehîd dane û li dû şopa wan dimeşin…Pêşmerge ew kes e ku li pêşiya mirinê dimeşe. Dr. Suleyman (Saît Çurukkaya) li pêşiya Pêşmergeyan dimeşiya. Çawa ku Pêşmergeyên qehreman miletê Kurd diparêzin, wî jî Pêşmergeyan diparast. Mîn û kemînên li pêşiya Pêşmergeyan paqij dikir û ji wan re rê vedikir.Dema Pêşmergeyên qehreman Şingalê ji terorîstên IŞÎDê rizgar kirin, terorîstan kemîneke tirsonekî danîn. Di nav seyarekî de 5 ton TNT li nava Şingalê hiştin. Armanca terorîstan ew bû ku dema Pêşmerge têkevin Şingalê TNTê biteqînin û bi sedan Pêşmerge şehîd bikin. Dr. Suleyman li pêşiya Pêşmergeyan çû û kemîna tirsonekî ya terorîstên IŞÎDê têk bir. 5 ton TNT pûç kir û di carekê de jîyana bi sedan Pêşmergeyan xelas kir. Jîyana Dr. Suleyman bi mînakên bi vî rengî tije ne.Dîsa dema Dr. Suleyman û hevalê wî yê Pêşmerge yê ji Rojhilatê Kurdistanê dema rê li pêşiya Pêşmergeyan vedikirin, li Başîkayê di tunelekê de ku terorîstan vekiribûn di encama teqîna mînekê de şehîd bûn.Dr. Suleyman şehîd bû lê wek şehîdên din wî jî ji me re çîrokek û dîrokek hişt. Bi jîyana xwe ya fidakarî, bi têkoşîna xwe ya qehremanî û bi helwesta xwe ya zelal û Kurdistanî ji me re mîrasekê hişt. Em Dr. Suleyman tu carî ji bîr nakin. Lê bes ev têrê nake. Divê em li mîrasa wî xwedî derkevin. Nîşana herî mezin a bîranîna Dr. Suleyman, şopandina rêça wî ye.Em di şexsê qehremanê mezin Dr. Suleyman de bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Sersaxiyê ji malbata wî, ji heskiriyên wî û ji hemû Kurdistaniyan re dikin. Daxwaza başbûnê ya hemû Pêşmergeyên birîndar dikin.Têkoşîna serxwebûnê her berdewam e. Em jî neferên vê têkoşînê ne û rêça şehîdên Kurdistanê dişopînin. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ01.11.2016

Back to top button