Nivîsar

Hemû bal îro li ser Amedê ne

Hemû awir îro zivirîne ser Amedê. Li Amedê îro tê payîn ku mîtîngeke girseyî were lidarxistin. Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi hev re, li Amedê, li Qada Îstasyonê mîtînga bi navê, “ji bo azadiyê berxwedana demokratîk” organize dikin. 

Hefta çûnê, ji aliyê komîteya amadekar ve serlêdan ji bo destûr standinê hatibû kirin. Walitiya Amedê destûr nedabû vê mîtîngê û qedexe kiribû. Walîtiyê, bi hinceta, sala çûnê di 14ê Tirmehê de bûyera Farqînê qewimîbû û dîsa KCDê, Xweseriya Demokratîk îlan kiribû. Ev jî nîşan dide ku, dixwazin aramiya gel tehdît bikin. Ji ber vê mîtîng hatibû qedexekirin.

Piştî qedexekirina mîtîngê, rêvebirên BDP û KCDê, civîna çapemeniyê lidarxistibûn û Hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş diyar kiribû ku, di her halûkariyê de mîtîng wê were lidarxistin. Demirtaş, di daxuyaniyeke xwe a din de jî anî jiman ku, 14ê Tirmehê, wê bibê roja ku îradeya sivîl li hemberî polîtikayên şer derketi ye.

Duh jî, gellek saziyên sivîl, civîna çapemeniyê lidarxistibûn û bi awakî eşkere îfade kirin ku, ger li Amedê di 14ê Tirmehê de bûyer biqewimin, berpirsyarê vê walîtî ye.

Di nav vê tansiyona bilind de mîtîng dike were lidarxistin. Li Qada Îstasyonê, gel muhtemele ku rasta êrîşên hêzên ewlekarî werin.

Dîsa di vê mijarê de, gotineke balkêş jî, ji Parlementerê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu hatibû. Ensarioglu, qedexekirina mîtîngê rexne kiribû û gotibû ku, pêwist bû walîtiyê destûr bida mîtîngê, ev mafekî demokratîk e.

Di mîtîngê de ev saleke ku tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin dike were protestokirin. Tê zanîn, saleke ku, bi Ocalan re ne parêzer ne jî malbata wî nikarin hevdîtinê bikin. Çend rojan berê, wezarîrê Dadê jî eşkere anîbû ziman ku, wana hevdîtina bi Ocalan re asteng dikin.

Parlementoya Ewrupayê jî di tecrîdkirina Ocalan de daxuyaniyek dabû û Tirkiye hişyar kiribû. PEyê di daxuyaniya xwe de îfade kiribû ku, astengkirina hevdîtitên Ocalan, ne li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewrupayê ye û pêwiste hevdîtin werine kirin.  

Back to top button