Polîtîk

Hemş pirsgirêk bi rêya diyalog û civînan tê çareserkirin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)daxuyaniyek belavkir û amaje bi wê yekê kir ku, PDKê berdewam piştevaniya wan hewldanên ku dixwazin bi riya gotûbêjan hemû pirsgirêk û nakokî werin çareserkirin. Polîtburoya PDKê civiya û bi erênî civîn û gotûbêjên Dr. Fûad Hisên ku bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê destêkiribûn jibo çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkan û rêkxistina nav mala Kurdistanî ligel hêz û aliyên siyasî helsengand. Di civînê de ev civîn û gotûbêjin Dr, Fûad Hisên ligel aliyên siyasî di xizmeta berjewendiyên bilind ên niştimanî û neteweyî yên Gelê Kurdistanê wesfkirin, herwiha tekez kir ku, PDKê baweriya wê ya temam bi dîtina çarenivîsekê ji hemû nakokiyan re di riya gotûbêj û civînan heye, herwiha bi pêwîst dizane ku, merc û rewash niha ya navçeyê dihêle ku erkê hemû aliya be li gorî sûd û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê tevbigerin. Berdevkê Fermî yê PDKêMehmûd Mihemed31.07.2016

Back to top button