Siyasetmedrê kurd Hemid Kiliçaslan eve demek bû bi şopa koronayê ketibû. Rewşa wî demekî ber bi başiyê ve çû. Lê mixabin îro me nûçeya wefata wî bihîst. Hemid siyasetmedarek ji Kurdistana Bakur bû. Di Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye de dest siyasetê kir. Her li ser wê rêbazê siyaseta xwe berdewam kir.

Hemid Kiliçaslan berdevkê PDK-Bakur bû. Bê guman windakirina siyasetmedarên xwedî tecrûbe ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê xusaretek mezin e.

Em sersaxiya binemala Hemid Kiliçaslan dikin. Bila serê hemû binemal û kes û karên wî saxbe. Yezdanê dilovan wî bi rehmeta xwe şa bike. Em xemginin û şirîkatiya xema hemû binemalê dikin.

27.11.2020

Karmendên Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: