Hemahengiya navbera hewlêr û Parîsê
Serokê Franse Francois Hollande Roja Yekşem 22-5-2016 pêşwaziya Şandeka Herêma kurdistanê bi serokatiya Peyvdarê Hikûmetê Sefîn Dizeyî kir.Di civînê de, ku li Koçka Elysee rêveçû, behsa şerê dijî terorê, hemahengiya navbera hewlêr û Parîsê, pirsa darayî ya Hêrêmê, qeyrana siyasî ya Îraqê û hin pirsên din hate kirin.Serok Hollande di peyvekê de piştîvaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê xuyakir û ragihand li ser alîkariyên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibin. Serokê Fransa her wiha pesna rola pêşmerge li şerê dijî terorê da.Sefîn Dizeyî ji aliyê xwe ve spasiya gel û Serokê Fransa kir ji alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û herwiha rola Supaha Fransa li şerê dijî terorîstên DAIŞê giring nirxand.Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi vê yekî da ku Pêşmergeyên Kurdistanê li cihê cîhanê şerî hovenetirîn koma terorîstî dike ku parêzgariyê ji mirovatiyê dike.Her vi vê civînê de ku her du fermandehên serbazî, Şêx Ceifer Şêx mistefa û Sîrwan Barzanî û Perlemantarê Îraqê Viyan Dexîl û hin berpirsên din amade bibûn, behsa dawîn pêşhatên şerê dijî DAIŞê hate kirin.Li pareka din ya kombûnê, bal kişandine ser fîlma dokumentarî ya PÊŞMERGE ku li roja Înê li Festîvala Navneteweyî ya Cannes hate nimayişkirin. Serok Hollande û Dizeyî destxweşiya stafa fîlmê kirin û xuyakirin fîlma han rolekê serekî ji bo gehandina xebat û têkoşîna Pêşmerge ji bo raya giştî ya cîhanê heye.