Polîtîk

Rêkevtina Goran û YNKê xizmeta çi dike

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê  17ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê bi fermî rêkevtinek bi hev re îmza kirin. Lê nekariye heta niha di nava xwe de destya rêvebir ya vê rêkevtinê ava bike.Di rewşa Kurdistanê ya di vê qonaxê de ev rêvkeftinê bi vi awayî û li dijê aliyek din siyasî sernakeve. Ji xwe hinek endamên rêveberiya YNKê li himber vê rêkeftinê helwesta xwe diyarkirin û herweha beşek ji Goran jî li dijê vê li hevhatinêne.Armanca vê yekitiyê çîye ? dê ev yekitî heta çi radeyê bibe sedema unsurek îstikrarê ji rewşa Kurdistanê re? bersiva van pirsa cureyê ev yekitî hatî avakirin de tuneye.Dema rêkevtinek navbera du aliyan de pêkwerê dive bi hemû awayê di xizmeta berjewendiyên netewî de be ne ku di berjewendiyên kesayetî û hizbî de be.Herkes dizane ku GORAN di pêvajoya parlementoyê de serneket û her demî wek partiyek opozisyonê kar dikir. Li dijê xwe bi xwe muxalefet dikira. Di encam de helwesta serokê parlementoyê bû sedema bê istikrariya herêmê û ew bi xwe her li dûv darbeyek parlementerî bû. Ne wek serokê parlementoyekî, lê wek mîlitanê grobekî kar dikir.Kurdistan pêvajoyek gelek taybet û hesas  re derbas dibe. Şerê hêza terorist a herî mezin di cîhanê de tê kirin. Mayin û nemayîna Kurdistanê di holê de ye. Bi hezaran pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê xwîna xwe rijandine. Ji bo helwesta bexdayê Kurdistan krîzek aborî dijî.Ji hemûyê girîngtir ji bo ragihandina dewletek Kurdî referandum di rojevê de ye. Lê Goran û hinek rayadarên YNKê behtir xwe nêzik Bexda dîtin. Taybet tevgera Goran ji bo dijitiya PDKê bike hemû rêyên xirab karanî. Di rewşek awarte de divêya hinek ji Goran re bêjin vêca bes e. Hukumeta Kurdistanê jî ev yek kir.Hinek aliya ev helwest ne wek helwestek yasayî nirxand. Lê dema berjewendiyên welat û ewlehiya welat bikeve rojevê ji bo parastina xaka Kurdistanê û destkeftiyên siyasî her rê tê bi karanîn.Dema Goran û alîgirên wê bi alayên xwe û PKKê êrîş birin li ser baregeên PDKê ewên bê deng û helwest mayin, tu mafê wan di vê pirsê de yê axvtinê jî namîne.Ev leyiztikên têne kirin ji berî herkesekî destê rejima Bexdayê di navde ye. Rolê Îranê di vê pirsê de jî berbişav tê xûyakirin.Di vê qonaxa ku Kurdistan ber bi ragihandina dewleta Kurdistanî ve diçe, aliyên wek Goran dixwazin ji vê rêya pîroz re bibin asteng. Ew YNKê jî didin aliyê xwe û dixwazin siyaseta Bexdayê li Kurdistanê serbêxin. 

Back to top button