PolîtîkRojev

Helwesta Zêbarî…!

Berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê Hoşyar Zêbarî helwêstê xwe derbarê biryara dadgeha federal de ragehand.

Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de derbarê biryara îro ya dadgeha federal de ragehand; Em derbarê ragirtina berbijêrbûna min a demkî de rêz li biryara dadgeha federal digrin, ku heta dema zelal kirina wê doza hatiye vekirin, ji aliyê hin kesên xwe bi desthilatê ve girêdane yên ku bi rojên beriya reformê ve girêdayî ne û baweriya me jî bi wê heye ku dadgeh dê bigehe heman wê nêrîna saziyên dewletê û teqez jî bike ku mercên xwe berbijêr kirina min hene ji bo peywira serokomartiyê. Ew gotegotên tên belav kirin jî ne tiştekin û tenê ji bo xwe bi desthilatê ve bizeliqînin û pê ve bimînin ji bo wê ne.’’

Dadgeha Federal a Iraqê îro biryarekî demkî derbarê berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî de da û heta dadgeha bilind a Federal a Iraqê doza derbarê wî de hatiye vekirin zelal bike.

Back to top button