CîhanRojev

Hebûna çekdarên PKKê li Iraqê bi neyasayî

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî di hevdîtinekê ligel ajansa fermî ya Iraqê de da xûyakirin ku,, hebûna çekdarên PKKê li Iraqê ne yasayî ye û divê ji Şingal û navçeyên din derkevin.

Areci di derbarê helwesta Milisên Şîede jî dibûje: “Çend grûpên kirêgirtî bi bihaneya rûbirûbûna hêzên biyanî, êrîşî ser şandeyên dîplomasî dikin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Her di vê derbarê de jî got: “Ti hêzeke biyanî li Iraqê tune ye, tenê şêwirmendên leşkerî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê mane.”

Destnîşan kir jî, rêkeftinên Iraqê yên di warê asayiş, aborî, tendirustî û perwerdeyê bi Amerîka re hene û divê Iraq sûdê ji van rêkeftinan bibîne.

Qasim Arecî

Arecî di babeteke din de got: Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo kontrolkirina girtîgehên terorîstan li Sûriyê, ne şareza ye.”

Got jî: “Teroristên ji 50 – 70 welatan di zîndana Hesekê de hene. Iraq bi daxwazê ji wan welatan dike ku wan teroristan werbigirin û bidin dadgehan, lê ew welat bersiva vê daxwazê nadin.”

Back to top button