Polîtîk

Helwesta serok Barzanî û PYD

Piştî bûyera Kobanê bûyerên siyasî û helwest û kiryarên aliyên siyasî cardin li Kurdistanê pirsa rêxistina û kesayetên kurd kir mijarek nirxandinê.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bê ku li helwesta PKKê û PYDê ya ne erênî li himber xwe û partiya xwe ber çav bikre, berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekî re girt û li Kobanê xwedî derket.

Ji bo Kobanê nekeve destê çekdarên DAÎŞê daxwaz ji Amerîka kir ku li devera Kobanê şerê DAÎŞ bike.

Bangî PYDê kir anî Hewlêr. Çek ji bo şervanan rêkir Kobanê. Barzanî her gava pêwîst avêt.  Bi van helwestên Barzanî PYD ji rejima Suriye dûr dikeve . Eger hevdîtinên PYDê û ENKS bigihe ancamekî, dê PYD di nava hêzên opozisyona Suriye de li gel kurdan cih bigre. Ev yek hemû bandora xwe li siyaseta Kurdistana Rojava dike û PYD ji rejimê dûr dikeve û ber bi kurdan vet ê.

Lê dixweyê aliyek di nava PKKê de taybetî Qendîl ji vê yekê gelekî ne keyfxweşe. Ji berî du rojan li çiyayê şingalê cardin bi leyiztika PKKê hinek kesan li dijê Pêşmergeyan xwestin xwepêşandanekî çêbikin. Lê helwest a pêşmergeyan rê neda vê çalakiya xirab.

Taybetî li ser kanalên televizyonên xwe PKK gelek propagandeyê li dijê PDKê û Barzanî dike.  Lê rewş hêdî tê zanîn, kurd gelek tiştan ber çavên xwe bi zelalî dibînin.

Heta niha dewletek wek Amerîka  PKKê û yên pêve girêdayî wek rêxistinek terorist dibîne û tu pêwendiyan danayne. Li ser daxwazî û hewlana serokê Kurdistanê hinek Amerîkî ji wezereta derve ya Amerîka li gel serokê PYDê Muslim civînek pêkanîn.

Dixweyê Kemalîstên di nava PKKê de ji vê yekê ne dilxweşin.

Herweha metirsiya ku PYD bi sere xwe wek rêxistinek Kurdistana Suriye hereket bike di nava hinek aliyên PKKê de peyda bûye.

Li Başûrê Kurdistanê hêzên pêşmergeyan DAÎŞ têkbir. Lê dixweyê dê ev şer berdewam be. Kurd dê DAÎŞê ji Başûr pakij bikin.

Li Suriye rewş cudaye. Dê rojên pêşiya me rewşa siyasî her gavê zelaltir bike.

Back to top button