Arşîva dîjîtal ya kovara Roja Nû (1978-2001) hat weşandin
Arşîva dîjîtal ya kovara kurdî ya çandî Roja Nû hat weşandin. Roja Nû di navbera salên 1978-2001`an de, li Swêdê wek weşana KOMKAR-Swêdê derketîye. Li ser hev 108 hejmarên wê hatine weşandin.
Roja Nû, di destpêkê de bi zimanên kurdî-tirkî û di formata rojnemeyekê de, mehê carekê derdiket, lê ji sala 1983-a pêde formata xwe guhart, êdî wek kovareke çandî ya tenê bi zimanê kurdî weşana xwe domand.
Wextê ku Roja Nû li dervayî welat beşdarî pêvajoya pêşxistin û geşkirina zimanê kurdî yê nivîsandinê bû, hejmara hem nivîskar û hem jî xwendevanên zimanê kurdî (kurmancî) gelek kêm bûn. Hingê di nivîsandina kurdî de helbestvanê kurdan ê mezin Cegerxwîn (ku nû hatibû Swêdê), Prof. Qanatê Kurdo, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reşîd û hin kesên din jî alîkarîya Roja Nû kirin. Bi wextê re hejmara nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî zêdetir bûn.
Kovar, heta sala 1987-a li Swêdê û paşê li Kolnê di çapxaneya arizî ya KOMKARê de hatîye çapkirin.
Arşîva dîjîtal, ku ji alîyê Hasan Nuri Göçmen ve hatîye amadekirin, malpera ”Dengê Kurdistan” de hatîye weşandin. Ew êdî di xizmeta xwendevan û lêkolînerên îro û dahatû de ye. Navnîşana arşîvê li ser torê eve ye:
http://www.dengekurdistan.nu/rn/rojanu_arsiv.html