Civînên Kurdistana Rojava berdewam e
Piştî ku her yek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser pirsa lêvegera siyasî li hev kirin ku her yek ji wan %40 bibe û %20 jî li ser aliyên din ku ne endamên ENKS yan TEV-DEMê ne were parvekirin, Niha jî li ser pirsa avakirina rêvebiryek hevbeş gotûbêjan dikin.
Endamê ENKSê Neşat Zaza ji Rûdawê re ragihand ku herdu aliya li ser parvekirina %20 ya aliyên din li hev nekirine, wan xala yekem ku pirsa lêvegera siyasî ye bicih hiştin û niha jî li ser xala duyem a avakirina rêveberiyek hevbeş danûstandinan dikin.
Zaza tekez kir ku hebûna 3 kantonan li Rojava ji ENKSê re ne cihê dilrehetiyê ye û got ku ew dixwazin Rojavayê Kurdistanê bi tenê weke herêmekê were nasandin û anî ziman ku wan reşnivîs û têbîniyên xwe li ser xala duyem radestî TEV-DEMê kirine.
Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) Neşat Zaza got ku ewê piştî pirsa rêvebiriya hevbeş, pirsa avakirina hêzeke leşkerî gotûbêj bikin û got ku di baweriya wan de ew pirs wê cihê gelek nakokiyan be.
Endamê ENKSê destnîşan kir ku herdu alî dixwazin ku li hev hatinek di çarçoveyeke siyasî de çêbibe û got ku ew bawer dike ku ewê di 2 rojên bê de her sê pirsên sereke yekalî bikin.
Ev 4 roj in ku herdu hêzên sereke li Rojavayê Kurdistanê li Duhokê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînên xwe berdewam dikin da ku desthilateke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê ava bikin û nakokiyên di navbera xwe de bidawî bînin.