Helwesta Gokkaya tawanek li dijê mirovatiyê ye
Wek tê zanîn di encama erîşa çekdarên PYDê li Amûdê 9 gencên kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar bûn. PYDê nehişt ku birîndar li Rojava bibin nexweşxaneye û ew terkî mirinê kirin.
Xelkê herêmê bi milên xwe birîndar di bin eîşên PYDê de gihandin ber sinor û bi ambulansan ew gihandin Misêrbînê û Kiziltepe.
Li Misirbînê nexweşxanê de xortek kurdê 17 salî hêja zarok jiyana xwe ji dest da. Navê wî ciwanî Barzanî Qerno bû. Ji bo termê Barzanî Qerno bibin sinor û derbasî Amûdê bikin, hinek gencên ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bajarvaniya Misêrbînê doza ambulansekî kirin.
Lê seroka bajarvaniya Misirbînê Ayşe Gokkan ambûlans ji bo termê Barzanî Qerno neda gencan.
Ji berî her tiştekî ev karek insaniye. Barzanî Qerno gencek kurd bû. Ew kesên ew birîndar kirîn û bûyîn sedem ku wî jiyana xwe ji dest dayî û seroka şeredarîyê yekin, yek mejiye, yek zêhniyete .
Ev helwesta ne mirovatî dê çewe ji aliyê xelkê ve bê nirxandin ev jî tiştek din e..