Polîtîk

Helwesta dewletan ji bo referandumê normal e

Di civîna  qabineta hukumetê li Helêr pêkhat. Di çerçova vê civînê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da xûyakirin ku, PDKê bi fermî daxwaza civînê ji Goranê kiriye û ji bo bê merc çalakkirina Parlementoya Kurdistanê amadeyiya xwe nîşan daye.Roja 19.o7.2017ê,  hukumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civîya.Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku hewlên aliyên siyasî bo karkirina Parlamentoya Kurdistanê berdewam in û derbarê vê yekê de Partiya Demokrata Kurdistanê  bi şêweyeke fermî daxwaza civînekê ji Tevgera Goranê kiriye û amadeyiya xwe ji bo çalakkirina bê merc a parlamentoyê nîşan daye.Derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, Referandum bi xwe armanc nîne, belku rêyeke bo armanceke mezintir ku serxwebûna Kurdistanê ye. Yekrêziya gelê Kurdistanê û aliyên siyasî jî garantiya serkevtina referandumê ye û dûpadkir ku, hemû hewlbidin ku, referandom  serbikeve û piştî wê yekê jî proseyeke cidî ya gotûbêjê li gel Iraqê, da ku bi şêweyeke aştiyane em bigihîjin armanca mezin, ku ew jî serxwebûn e.Tekezî li ser wê yekê jî kir, ku referandum ya hemû gelê Kurdisatanê ye û ne ya aliyekê ye derbarê vê yekê got ku, di referandumê de serkevtî û binketî nîne û em hemû pêkve serkevtî dibin, weke çawan ku berovajiya wê jî rast e û derbarê karvedanên navnetewî û herêmî derbarê referandom got ku, kervedan asayîne û hinkan têbînî li ser dema referandomê heye.Nêçîrvan Barzanî encumena wezîran raspratiye, da ku bi hemahegiya li gel wezaret û dezgehên pêwendîdar dosyayek bi zanyariyên hûr û hejmar ve li ser mijarên têkildar bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ji bo danûstandinên li gel Iraqê amade bike û têde were zelalkirin, ku çawan Hikûmeta Iraqê reftareke nedadperwerane û neyasayî li gel Herêma Kurdistanê kiriye û dike, bi taybet jî di warên têkildar bi Pêşmerge, bûdce û qerebûkirina ew hemû zirarên ku li ser destê rejîmên yek li pey yek ên Iraqê gihîştine Herêma Kurdistanê taybet jî qerebûkirina qurbaniyên Enfal û wêrankirina jêrxana Herêma Kurdistanê, beşa Herêma Kurdistanê ji deynên navdewletî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna di sûdmendbûn di dahat û desthilata li Iraqê de, zêdebarî alîkarînekirina Herêma Kurdistanê ji vehewandina ew hejmara zêde ya aware û penaberan ku pêşwazî li wan kiriye.Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê jî kiriye, ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Iraqê bi şêweyeke aştiyane bikeve nav proseyeke dirist a danûstaninê bo çareserkirina arîşeyan û gihîştina gelê Kurdistanê bi daxwaz û mafên rewayên wê.Wezîrê Kar û Karûbarê Komelayetî Dr.Mihmed Hawdiyanî û endamê şanda referandomê ku, heftiya borî li li gel şanda ku, bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Belcîka kiribû got ku, şanda herêmê komek hevdîtinên erênî li gel aliyên hikumî û parlementarên Belcîka û yekîtiya Ewropayê encamdan, tê de daxwazên gelê Kurdistanê bo pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê gihande Ewropiyan û wan jî bi awayeke erênî pêşwazî li xwestekên gelê Kurdistanê kir. 
Back to top button