Nivîsar

Helwesta Bexda û hêzên hevpeyman dibe zeminê çalakiyên DAÎŞê !

Ji berî çend roja grubek çekdarên DAÎŞê êrîşê peşmergeyan kirin û 3 pêşmerge şehid bûn û êrîşa teroristên DAÎŞê hate şkênandin. Tê zanin ku deverên nakok di navbera Bexdayê û Hewlêr de ku deverên Kurdistanêne ji bo çekdarên DAÎŞê bûye wek koridoreka derbasbûnê û li van deveran çekdarên DAÎŞê cih dibin . Hêzên hukumeta Iraqê nikare li van deveran biparêze û hukumeta Iraqê rê nade ku pêşmerge jî li van deveran cih bibin.

Ji aliyek din hêzên Heşda Şeibî pirsên din ve mujilin û tu hezaka wan tuneye ku DAÎŞê ji navçeyê derêxin yan jî xwe biparêzin. Hêzên hevpeymaniya li dijê DAÎŞê jî di rastiya xwe de helwesta pêwist nastîne û xemsariya wan dibe sedemek ku DAÎŞ dikare li herêmên nakok hesanî biherike û tevbigire.

DAÎŞ sudek mezin ji helwesta çekdarên Heşda Şeibî û herweha nakokiyên navbera hukumeta Bexdayê û hewlêr de distîne. Eger Pêşmergeyên Kurdistanê li deverên Kurdistanên yên nakok cih bibin dê bikaribin rê nedin teroristên DAÎŞ li herêmê tevbigerin.

Li Iraqê hilbijartinên parlementoyê hene, tişta ku dixweyê dê cardin aliyên Şîe bibin desthilat. Lê nakokiyên Şîeyan jî vê carê dikare bibe sedemê bê îstikrariya Iraqê. Îran ji bo grubên şîe yên pêve girêdayî bêne ser hukum gelek hewldana dike.

Ji aliyê Kurdan ve di van hilbijartinan de destxistina her kursîyekî serkeftine ke. Tê zanin ku taybetî serokê Kurdistanê gelek hewldide ku yekrêziyek di nava kurdan de hebe û li Bexdayê Kurd yek dengbin. Lê wek tê zanîn cardin hinek parlementerên Kurd derdikevin û pişta xwe didin yekrêziya Kurda û pê li berjewendiyên Kurdistanê dikin û dibin sîxûrê hinek gurubên Şîe û li dijê Kurdistanê tevdigerin.

Li Bexdayê hêza Kurda yekrêziya wan ve girêdayîye. Herweha kesayetê bibe serokkomarê Iraqê, nabe tenê serokek protokolî be, pêwiste bikaribe ji bo destkeftiyên Kurda tevbigere û xwedi kesayetek berz be.

Baweriyek heye ku hêzên hevpeymanî siyasetek rasteqînî li Iraqê rêve nabin. Gelek cara çewtiyên wan bi xwe dibe sedemek ku hinek êrîş li himber hinek cihên hesas yên Kurdistanê têne kirin.

Ne tenê DAÎŞ êrîşê Kurdistanê dike, gelek cara milîsên Şîe jî êrîş dikin. Ji bo vê yekê ew bawerî heye ku hêzên hevpeyman û Amerika helwesta pêwist nastîne. Divê hêzan hevpeyman li Iraqê aliyekî li himber siyaset û destwerdana Îranê xwedî helwestbin û ji aliyek din ve jî li şerê dijê DAÎŞê de çalaktirbin û hewlbidin rewşa dibe sedemên çalakiyên DAÎŞê ji holê bêne rakirin.

2.5.2021

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button