Helebce û Enfal li Kongresa Amerîkayê
Nûneratiya hikûmeta Kurdistanê ya Amerîkayê li Kongresa Amweîkayê ji bona 26saliya kîmiyabarana Helebceyê merasimek amade kir. Di merasimê de Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Luqman Feylî sefîrê Îraqê yê Amerîkayê, Beret Makgork cîgirî alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê, Cîm Cefrî û Zelmay Xelînzade sefîrê berê yên Amerîkayê li Îraqê, himareke endamên kongresa Amerîkayê, revenda kurdî, mediyakar û çalakvanên medenî amade bûn.
Destpkê Krîstofer Van gotarek pêşke kir û tê da behsa pêwîstiya berdwamkirina dostîniya Amerîka û herêma Kurdistanê kir got ku, giringe ew dosyanî bê pêşxistin û rêz li pêşkeftinên herêma Kurdistanê bê girtin. Wî behsa madeya 422 kir ku, nuha li Kongresa Amerîkayê tê minaqeşe kirin da ku, karesata Helebce û Enfalan bê fermî kirin. (Mdeya 422 li ser bifermîkirina karesata Helebce û enfalan e, ji aliyê her du endamên kongresê Krîstofer Van û Marşa Blakborn ve hatiye amade kirin û pêşkeşî Kongresa Amerîkayê kiriye)
Di mersima 26saliya bîranîna Helebceyê de li Kongresa Amerîkayê, Felah Mistefa peyvek pêşkeş kir û kêfxweşiya xwe li hemebr peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê nîşan da û got ew têkelî dê bin hokarê zêdetir îstîqrar û pêşketina deverê bi giştî. Hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bi dostek rasteqîne yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê dizane û pêşwaziyê li hemû awayên hevkariyê dike ku, ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve bo herêma Kurdistanê bê pêşkeş kirin. Xurtbûna têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê di berjewendiya hemû gelên Îraqê de ye.
Di peyva xwe de, Mistefa behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kir û got ku, li gor îmkanên xwe hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya penaberan kiriye û dike û daxwaz ji berprisên amerîkayî kir ku, zêdetir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bikin.
Mistefa daxwaz ji Kongresa Amerîkayê kir ku, bi cidî kar ji bona bijênosîda naskirina Helebce û Eafalan bike û ev yek mafê rewayê gelê Kurdistanê ye û mafê malbatên şehîd û qurbaniyên wan karesata ye.
Li dor ku, navê PDKê û YNKê di lîsteya teroroê a Amerîkayê de ye Mistefa got:
– Pêşmerge parêzgarî ji gelê Kurdistanê, hebûn û axa Kurdistanê kiriye û dîrokê jî ew yek îspat kiriye ku, hêzên pêşmerge digel hêzên Amerîkayê beşdarî di rizgarkirina Îraqê de kir û rola pêşmerge di parastina ser û malê xelik de û azadkirina Îraqê ji diktatoriyê rolek mezin bû. Em daxwazê ji berprisên Amerîkayê dikin wê biryarê di bin çavan re desrbas bikin û navê wan her du hêzên siyasiyên Kurdistanê bi zûtirîn dem ji lîsteya reş dexin.