Kultur

Helbestek ji Mela Ehmedê Namî

Azadî

Were, ey ruhniya çav û dilê min
Tu guhdêr be bi jîrî gotinên min
Ji tiştê ko mi` dî û hatî serê min

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Kesê azad e şuxlê wî li kar e
Hemî alem ji bo wî bendewar e
Felek her dem bi wî re dost û yar e

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Çi rengek nû şirîn e serbilindî
 Xwedî jîr e meger cahil ne xwendî
Li hember kolen e, paşa û efendî

           Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Bi azadî biçûkan bidne zanîn
Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn
”Nejîn bo mirdinê, bimrin ji bo jîn” (1)

           Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Binê, azadiya zanîn û xwendin
Li Ewropa çiko zana û merdin
Deranîn qumbila zur, wî diberdin

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Welatê xwe bipaêzin ji dijmin
Bi serbestî ev e derdê dilê min
Dixwaz im, lê tenê nayê milê min

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Bi lez, hûn tovê azadî werînin
Li nêv baxê dilê xortan biçînin
Bi ava fikr û zanînê vejînin

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Welatê me gelek şêrîn û rind e
Ji destê me kete destê ne merda
Bi sersarî me daxwaza xwe berda

          Bi azdî bijîn xortên ciwamnmêr

Bi azadî, kesek zora we nabin
Dema rabin bi hev re wey bira bin
Ne paşayê li bin dest û niça bin

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Cilê azadî û merdî bipoş in
Peyala yektiyê her dem binoş in
Siyah bext in, hemî xem firoş in

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

Ji bona te û hevalan tim dibêj im
Tu bawer be, ne şêt û dîn û gêj im
 Tenê derdê dilê xwe, ez dirêj im

          Bi azdadî bijîn xortên ciwanmêr

Gelî xortan, weke Namî ne razin
 Bi her awayî azadî bixwaz in
Mirin jê re qelen deynin ne gazin

          Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr

 

 Tilşeîr. 01.03.1949


(1).Ev malik ji helbesta mamoste Brahîm Ehmed e.

Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2011.12.10

 

 
    

Back to top button