Polîtîk

Hêjmara malbatên daxwaza zarokên xwe ji PKKê dikin ji 100ê burîn

Hijmara malbatên daxwaza zarokên xwe ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê din gihşte 100 malbatan û ev hijmar ber bi zêdebûnê ve diçe.

Li gor nûçeyeke malpera kdp.info roj bi roj hijmara malbatên daxwaza zarokên xwe ji PKKê dikin zêde dibe û malbat ji deverên cuda yên bakurê Kurdistanê tên Amedê û himara wan gihiştiye 100 malbatan.

Girava rûniştinê ya malbatên wan zarokên ji aliyê PKKê ve hatine revandin beriya çend rojekan li pêşiya avahiya şaredariya Amedê dest pê kiriye û hêjî berdewam e.

Mijara revandina zarokan ji aliyê PKKê ve niha di mediya kurdistanî û tirkî de mijareke germe û li gor hindek çavkaniyan Demîrtaş daxwaza malbatên zarokên hatine revandin gihaniye KCKê.

Back to top button