Nivîsar

HDP û pirsa kurd

HDP di hilbijartina de serkeft û bi 80 parlementeran kete parlementoya Tirkiye de.Di dema hilbijartina de gelek kurdên ku ne aligirên HDPê ne dengê xwe dan HDPê.Misilmanên kurd jî vê carê ji devsa AKPê HDP tercih kirin.Li Kurdistana Bakur cemaeta Fethullah Gulen gelek aktiv ji bo HDP serbikeve xebitî.Li bajarên Kurdistanê heta radeyekî piraniya polis û leşkeran dengên xwe dan HDPê.Li Tirkiye ji bilî kurda, deverên wek Stanbul û Îzmirê tirka deng dan HDPê.Yani heçî kesê ku dixwest ji desthilatdariya AKPê xilas bibe û AKP desthilatdariyê winda bike dengê xwe dan HDPê.Dogan Medya bi kanalên xwe yên televizyon û rojnameyên xwe ve xizmeta HDPê kirin. Heviya ku CHP bibe desthilat tunebû. Ji xwe rewşa MHPê diyar e. Ji bo AKP ji desthilatê bikeve rêyek tenê hebû. Ew jî derbasbûna HDPê ji benda ji % 10 bû.Bi vî armancê pişgiriya HDPê hate kirin HDP serkeft. Lê gelo dê HDP di parlementoya Tirkiye de ji bo kurda, ji bo mafên netewî yê kurda û ji bo Kurdistanê dê çi bike?Ev girêng e serkeftin û binketina HDPê girêdayî karê ji bo kurda û Tevgera Kurd bikê ye.Rewşa HDPê û PKKê baş tê zanîn. Xwediyê biryarê qonaxa herî dawî de ne HDP û desthilata HDPê ye.Xwediyê biryarê Qendilê. Dixweyê helwest û daxuyaniyên Qendîlê bandora Ocalan jî kêm kiriye.Ji xwe dema propagandayê de ev yek vekirî dixweyiya.Ne weneyên Ocalan wek caran dihatin hildan û nezî navê Ocalan wek caran di rojeva propaganda HDPê de bû.Gelo kesekî hesab kir ku ji % çend parlementerên HDPê kurdin yan jî pirsa kurd ve girêdayine?Ji van parlementeran çenda di jiyana xwe de di nava tevgera azadixwaza kurd de cîh girtine?HDP di parlementoyê de ye. Bi 80 parlementera tê temsilkirin.Lê pirs ewe ku wê doza Kurdistanê biparêzin yan na?Eger HDP di parlementoyê de bibe dengê kurda û bibe bersiva daxwaziyên kurda dê serbikeve.Na eger HDP nebê bersiva pirsgirêkên kurda li Kurdistana Bakur dê HDP bin bikeve.Îro hilbijartin derbas bûn.Niha divê helwesta HDPê ya Kurdistanî bê gotubêj kirin.Ew aliyên siyasî serkeftina HDPê wek destxistina mafên kurda û herweha wek şoreşekî li Kurdistana Bakur wesif dikiran , pêwiste xebata HDPê bişopînin û daxuyaniyan belav bikin.Eger mirov bêje ji xwe HDPê xwe wek partiyek Tirkiye bi nav kiriye û dê çi ji bo kurda bike? Nexwe ev çi welwela siyasî bû ji bo HDPê hate kirin.Wê di rojên pêşiya me dê firêza HDPê bixweyê.Hingê jî pêwîste hinek alî nirxandinekî bikin.. N.Firat/Analîz

Back to top button