Nivîsar

HDP û Kurdistanîbûn

Li Tirkiye ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiye yên 24ê Hezîranê partî û aliyên siyasî tafaqa pêktînin.Heta niha hinek Tifak di nava partiyên siyasî de çêbûne. Tişta ku mirov dibîne du blok pêkhatine. Yek ji wan AKP, MHP û BBP ya din jî CHP, IYI Parti, Partiya Sadet û DP ye. Ev herdu blok jî yê Tirkiyene û ji bo serokkomarî û parlementoyê tifaq pêkanîne.Ji aliyek din 5 aliyên Kurdistanî di nava xwe de platformek Kurdistanî ji bo hilbijartina ava kirine û hinek prensîbên siyasî ji xwe re kirine bingeh.Li vê derê rewşa HDPê balkêşe. Gelo HDP partiya kiye û xwe çewe dibîne? HDP bi xwe dema bersiva vê pirsê dide dibêje: Ez partiya gela me û partiya Tirkiyeme. Ez ne partiyek kurdî me û ne partiya kurda me. Li himber vê dîtina HDPê kurd denga didin vê partiyê. Rastiya vê partiyê ji aliyê siyasiyên kurd ve tê zanin. HDP projeyek hevbeşe. Dema pêwist rolê ku, didin pêşiyê dileyze. Dema ne pêwistbe jî HDPê didin aliyekî.Tirk HDPê di nava xwe de qebûl nakin û herdu blokên Tirkiye jî cih nedan HDPê. HDP dixwest di nava platforma dijê AKPê û Erdogan de cih bigre. Lê rê nedanê. Ji bo vê jî berpirsên HDPê bi aliyek îdeolojik wan rexne dikin û dibêjin ev tifaqa CHP di nav de bûye Tifaqek ya hêzên rast û CHP ji çepitiyê dûr ketiye. Derdê HDPê ji kurditiyê behtir çepitiye.Li pêşiya HDPê dimîne  Platforma Kurdistanî. Gelo dê HDP bikaribe prensibên ku Platforma Kurdistanî li ser hatî avakirin qebûl bike û li gel wan cih bigre?HDP heta rastiya xwe nebîne dê bibe leyiztikek du alî. Ya rast divê HDP xwe berçavre derbas bike, tifaqa li gel çepên Kemalist pêkanî bide aliyekî û xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî ragihine û di nava platforma Kurdistani de cih bigre. Dê hinge hêza kurda bixweyê û di qada legal de bi metodên demokratik û aşitiyane bikaribe mafê kurda biparê ze. Heta ku HDP xwe wek partiyek kurd ranegihîne, çi bête gotin valeye û gelek kes tenê ji bo herin Enqere dê berê xwe bidin HDPê.Ji aliyek din ve HDP hilbijartinên bûrî de cara yekem bi 81 parlementer birin Enqere. Gelo kurda çi feyde ji vê yekê dît? HDPê çi pirsa Kurdistanî bir parlementoyê?Heta HDP xwe wek partiyel Kurdistanî nedê nasandin û li gora wê siyasetê nekê, tu ferqa HDPê û partiyek ya Tirka ji bo Kurdistaniyan tuneye.Kurd siyasetê ji bo destxistina mafên xwe yên rewa dikin. Her partiyek vê nekê ji bo kurdan tu qîmetê wê tuneye.Nûçe/Analîz

Back to top button