Dosya

HDP  tenê nikare pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê çareser bike

Hevpeyvîna Rojevakurd digel  Maruf YilmazPirs: Hûn encamên hilbijartinê çawan dinirxînin û li gor we ew dê encam pêşbînî kirîbûn? Maruf Yilmaz: 24ê Hizêranê projeya dijberîya kurd bû û siyaseta nijadperest û etnosentrîst  a ”Cumhur Îttîfakî”  biserket, lê  dê bibe sedemên nakokên nû. Xala herî balkêş ev bû; HDP li Tirkiyê di hesabê ”Cumhur Îttîfakî” û ”Millî Îttîfakî” de tune bû. Nîşana etnosentrîstîya tirkan e. Yanî di derbara pirsa  kurd de hemû partiyên tirk bi hevre bûn. Serkeftina Erdogan´î tê wateya hawayê  desthilatdarîyeke nû. Tirkiyeya nû dê ber bi etnosentrîzm û despotîzmê ve biçe. Ev tê wateya ku ”ronahî” di tariyê de dimîne û  kurdkuj an jî dijkurd dê bibe desthilatdartirîn.  Piştî ”Cumhur îttîfaki”  yan jî, ”Hevbendiya Komarparêzî” û partiyên opozîsyonê yên ku çar partiyên tirk in bi hevre ”Cumhur Îttîfakî” çêkiribûn û HDP´ê li derveyê xwe hiştibûn. Hingê 4-5 partîyên kurd  li Amedê biryar dan ku di 24ê hizêranê de bi hevre bixebitin, lê piştre li hev ne kirin. Bêguman Erdogan ji vê lihevnekirina wan şad bû û jê sûd wergirt. Lê ji bilî 4-5 partîyên kurd ên jorîn, HAK-PAR, bi kesên serbixwe ve tevî hilbijarinê bû û  ew di derbara serokkomarîyê de jî, bê helwest  ma û xwe zelal ne kir. Li gorî şirovekirina Kemal Burkay, projeya HDP´ê di derbara pirsa kurd tune ye.  Lê ev dîtina Kemal Burkay ji bo wî rast e, lê dibe ku ji bilî wî rastîyeke din hebe.Ji 20 milyon zêdetir kurd li ser axa xwe li Tirkiyê bê maf in. Ev çi ye, ji bo Xwedê, 20 milyon kurd û hemû kêmnetewe li Tirkiyê bê maf in? Bêguman kêmneteweyên bakur,  ên wekî aşûrî/suryanî ermenî û yên mayîn li Tirkiiyê wekî kurdan ji mafên xwe bê par in. Her çi bibe, bila bibe jî, divê desthilatdarîya Tirkiyê  bihête guhartin. Divê hemû partîyên kurd, bi giştî ji bo dewleteke kurd xwe amade bikin. Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî divê biryar bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi mafê xwe ya çarenûsê jî, heye.Erdogan dê  wekî serokkomarekî komkuj û kurdkuj di nav rûpelên dîrokê de cîhê xwe bigire.Şer û nakokî di navbera çar  sîsteman de hebûn:

  1. ”Perspektifa neosmanîzmê”: ”Neoosmanîzm ”Cumhur Îttîfakî. ”Perspektifa Osmanî” Ev tê wate guhartina sîstema kevn, lê sîstema nû jî, rûyê sîstema kevn e.
  2. ”Perspektifa postkemalîzmê/AtaTurk”: ”hevbendîya  Millet”, perspektiva Mustafa Kemal Atatûrk, postkemalîzm. Yek ji rêberên vê îdeolojîyê Meharem Înce ye (CHP, Îyî Partî, Sadat Partî).
  3. ”Perspektifa duyalîzmê” (kurd-tirk, pirçandî ): ”Perspektiva  dualîzmê” (kurd-tirk ) HDP e, lê hevkarîya wê ya dizî digel CHP´ê dikare hebe. Encamên hilbijartinên Parlementoya Tirkiyê û Serokkomariyê, ne li gorî dilê Erdogan encam da. HDP barajê derbas kir, lê digel vê yekê jî, tenê bi serê xwe nikare pirsa kurd çareser bike. Pirsa çareserkirina gelê kurd  wekî zimanê kurdî, malê hemû kurdan e. Ji lewre jî, tenê yekitîya kurdan dê dagerkerîyê têk bibe.
  4. Perspektîfa etnosentrîzmê (Kurdparêziyê): PAK, PDK, PSK û Azadî û yên mayîn. Ev  partî  an jî rêxistin bê bandor in û parlementorên wê tune ne. Ez di vê nivîsa xwe de qala wan nakim. Ji ber ku hîkarî û bandora wan  li Kurdistanê kêm e û ew bi xwe jî, li hev nakin. Lê, tenê li hevkirin û yekitîya Perspektîfa kurdparêziyê (PAK, PDK, PSK, Azadî û yên mayin) û HDP´ê  dê dagerkerîya Tirkiyê têk bibe. Partiyên Kurdistanî  (PAK, PDK, PSK û Azadî), bi hawayekî fermî digel HDP´ê rûniştin, lê rûniştina wan bê encam ma. HUDA- PAR herçendî partîyeke kurd e jî, ew piştevanê Erdogan û dewletê ye. Hak-PAR herçend hilbijarvanên xwe ji bo parlementoyê serbixwe nîşan dabe jî, lê di derbara serokkomar Erdogan´î de, ew ne zelal bû. Herçendî HDP, bibêje, em partiyeke Tirkiyê ne jî, alîgirên HDP´ê kurd in û ew di çavên AKP û MHP´ê partiyeke kurdan e. HDP di mêjîyê Erdogan´î de partîya kurdan e. Erdogan ne tenê dijminê HDP´ê ye; ew dijminê hemû kurdan e.

Kemal Burkay  an jî HAK-PAR û çend kesên din qala mîjara boykotkirina hilbijartinê dikirin, lê ew boykota wan bê wate ma.  ”Cumhur Îttîfakî” biserket, lê heger  HDP û CHP biserbiketana dê ji bo kurd hê baştir bibe. Nimûne CHP, ji bo perwerdeya zimanê zikmakî, azadîya ramanî, aşitî, dersên zimanê zikmakî, çapamenî,  zimanî, çandî û civakî (sosyal)…. Li vir ez qala  mafê çarenûs, serbixwe, federasyon û komfederasyonê nakim. Partiyên Tirkiyê yên sereke ev in:

  1. AKP (Partîya Dad û Pêşkeftinê).
  2. CHP (Partîya Gel a Komarî).
  3. HDP (Partîya Demokratîk a gelan).
  4. MHP (Partîya Tevgera Neteweperest).
  5. ÎP (Partîya baş).

Ji bilî van partiyên jorîn jî, partiyên kurd û Kurdistanî PAK, PDK, PSK û Azadî jî, bi hawayekî fermî digel HDP´ê rûniştin, lê lihev ne kirin.Serokkomar Erdogan serokekî egosentrist, etnosentrîst û narsîsîst e. Pirsgirêkên wî digel Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî (USA) hene û aliyên din ve yên naxweyî jî, hene. Ji bilî vê yekê jî, Erdogan dijber û dijminê Kurd e.  Sîstema serokatiyê di rasteqînîya xwe de  dijberê kurd e. Li ser dijayetî, tol, tolhildan û dijî kurdan pêkhatîye.Piştî ku serokê damezrînerê AKP partîyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2014an de, wek serokkommarê Tirkiyê hate hilbijartin, hingê bi kongreyê Ahmed  Davudoglu bû serokê AKP´ê. AKPê di salên 2009 û 2013an de, di derbara pirsgirêka kurd de siyaseteke nû kire rojevê û gavên mezin jî, avêtin. Lê dibe ku  armanc û hesabê AKP partiyê ji holê rakirina PKK´ê bûye.  PKK çekên xwe ji destên xwe dayne û pirsgirêka kurd jî, biqede. Lê PKK çekên xwe dayne anîbûn.  Şûna ku PKK dev ji çêkan ber bide û pirsgirêka kurd biqede, mîjara kurd ji berê geştir û gurtir bû. Li gorî AKP´ê li Tirkiyê pirsa kurd tune ye, lê pirsa PKK´ê heye û ev jî, ne rast e. Berîya ji dayîkbûna Abdullah Ocalan kurd hebûn û pirsa kurd jî, hebû û niha jî heye.Rojevakurd: Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?Maruf Yilmaz: Piştî encama hilbijartina 24ê hizêranê dê siyaseta kurd rengekî nû qezenc bike. Nakokîyên hukumeta Erdogan´î dê digel  Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û  zêdetir bibin û dê bibin sedemê têkçûna Erdogan´î. Ji bilî van hersê hêzên mezintirîn jî, yekitîya kurdan jî, dikare rola xwe bileyîze.Hilbijartina 24ê hizêranê dişûbe hilbijartina giştî ya 1965an, ji ber ku di wê salê de çend kurdên neteweperest di nav TÎP´ê de hatin hilbijartin û ketin parlementoya Tirkiyê.  Nimûne,  Dr Tariq Zîya Ekincî (Amed).Piştî hilbijartina 24ê Hizêranê ji bo kurdan niha tiştek neguhêrî, lê digel vê yekê jî, dê weke pêvajoyeke  nû ye. Lê ji bo tirkan niha rewş guhêrî, sîstema  Cumhuriyetê ya ku ji alîyê Ataturk  ve hatî avakirin ji holê radibe û di şûna wê de sîstema serokkomariya nû dikeve şûna wê. Lê herdu sîstem jî, li ser înkarkirin û tunekirina kurdan avabûne û mentalîteya wan wek hev e. Hukumetên Tirkiyê yên CHP û AKP´ê ”Komkujiyên Mezin” pêkhanîne û ew wekî hevûdu tawanbar in.  Komkujî  yan jî nîjadkujî, ji peyva îngilîzî ”genocide” tê û ev peyv tê wateya jenosîd´ê.  Komkujî, kuştina bi koma mirovan e ku ji alîyê dewletekê, an jî kesekî /ê yan jî çend kesan ve tê çêkirin. Mentalîteta tirk: ”Kurdên herî baş  ên mirine”.Nimûne komkujiyên AKP´ê plankirî:Komkujiya Roboskî, (2011), Komkujiya Pirsûsê  (2015),  Komkujiya  Mazidagê , (2009), (Mêrdîn, Bilge köyü) , Komkujiya  Cizîrê û yên mayin . Divê partî, rêxistin û û rêberên kurd li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê li bakur, Rojava, Başur û Rojhilat li bajarên Kurdistanê helwest xwe zelaltir bikin û dengê xwe bilindtir bikin ji bo yekitiya neteweyî. Lê komkujiyên mezin ên CHP´ê yên plankirî jî, hene, hin ji wan ev in:  Amedê 1925 (serhildana Şêx Seîd),  Dersim (Serhildana Seyîd Riza, 1937-1938), Zîlan (1930), Agrî (1927) , Komkujiya Gurgumê (1978), lêAKP û desthilatdariya wê jî, komkujiyê mezin kirine.Rojevakurd: Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bileyze?Maruf Yilmaz: Na an jî erê? Ronahî di tariyê de dimire û  kurdkuj an jî dijkurd dibe desthilatdartirîn.  HDP  tenê nikare pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê çareser bike, ji ber ku AKP û MHP nahêlin. Çareseriya pirsa kurd  wekî zimanê kurdî, malê hemû kurdan e û bi yekitîya kurdan ve girêdayî ye. AKP û MHP di”Cumhur Îttîfakî”  de hevkar in. ”Cumhur Îttîfakî”projeya Tirkiyekirina Kurdistanê ye. AKP digel MHP´ê ye û MHP jî, partîya herî neteweperest e û ew ji CHP´ê jî, xerabtir e. AKP û MHP, welatê me û cîhanê ber bi tarî, kufik, rizîn, kurmî, gemarî û genîbûnê ve dixwazin, dibin. Lê dê kîn û daxwaza we di dilê we de bimîne.  Ji bo çareserkirina pirsa kurd, dîyalogeke nû pêwîst e.  CHP – Meharem Înce pirsgirêka kurd mîna pirsgirêkên siyasî, çandî û aborîyê dibîne.Di navbera Tirkiyê û Yekitîya Ewropayê de nakokî  hene. Ev nakokî dê zêdetir bibin. Nakokî digel Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û nakokîyên hundirîn jî dê zêdetir bibin.  Lê pirsgirêka kurd dayîka  hemû pirsgirêkan e û heta pirsa kurd çareser nebe Tirkiye nikare bikeve nav Yekitîya Ewropayê. Neteweyên Yekbûyî, xala 2emîn dibêje her netewe biryara çarenûsa xwe dide, ji bo pêşeroja xwe. Lê li gorî AKP´ê  kurd ne wek kêmnetewe tê pejirandin û ne jî, welatê kurdan kolonî dipejirîne.  Axa kurdan ku gelê kurd li ser wê  dijî wekî malê tirkan dibîne. Statusya kurdan ji koletiyê jî, xerabtir e. Ziman, çand û jîyana me qedexe ye. Zimanê zikmakî şerta yekemîn e û pirsgirêka kurd jî, pirsgirêkeka statuya mafê çarenûsa kurd e. Axa kurdan namûsa wan e.Ji 20 milyon zêdetir kurd li ser axa xwe li bakurê Tirkiyê bê maf in. Ev çi ye, ji bo Xwedê, 20 milyon kurd li Tirkiyê bê maf in? Bêguman kêmneteweyên bakur,  ên wekî aşûrî/suryanî û ermenî li Tirkiiyêê wekî kurdan ji mafên xwe bê par in. Her çi bibe, bila bibe jî, divê desthilatdarîya Tirkiyê  bihête guhartin û mirovahî pêş bikeve. Divê hemû partîyên kurd, bi giştî ji bo dewleteke kurd xwe amade bikin. Ji bo vê yekê, jî,  Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Amerîkayê yên Yekbûyî divê eşkere bidin ku Kurdistan heye û pêwîstîya wê bi mafê xwe ya çarenûsê jî, heye.Têbinîyên min:Fîlozor,  Prof. Bernard- Henrî Levy: ”Erdogan mirovkuj e. Li gorî wî Erdogan kurdkuj e.Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky, jî, Erdogan´î wekî kurdkuj´î dibîne û dibêje: ”Hûn çi dibêjin, bibêjin, Erdogan mirovkujek e.” Partîya Erdogan´î bêqanûnî, dijmirovî û dijkurd e.Tomas Thorén (Lêkolîner): ”Erdoğan niha ji berê bêhtir desthilatdariyê li ba xwe kom dike.”Şimon Tisdall (lêkolîner):  ”Erdogan dikare bibe dema destpêka tarîtiyê  li Tirkiyê.”Mark Lowen (Lêkolîner): ”Ji dengdanên bawermendên Erdogan guh nedin rojnamevanên girtîgehan”.Antropolog Bruno Latour: ”ji çewtîyên  herî mezin ê mirovî/ê ew e ku ew xwe di dîrokê de mezin nîşan bide, ye. Serok xwe dike ”sermirov” û  xwe wekî pêyxember´î nîşan dide, hingê xerabî bi xwe re diafrîne.”Prof. Dr. James Toole, qala nexweşê serokatiyê dike, bi îngilizî “Mad Leader Dasease.”  Yanî Erdogan nexweşê serokatiyê ye û ew dixwaze herdem bibe  serok.Fukuyama û Huntington Bingeha teoriyên Fukuyama û Huntington´î  jî, ji teoriya Bruno Laour´î tên.  Tezên Fukuyama ´î di derbara bandora xweseriyê civakan de ye. Erdogan weki rêberê osmanîzma mirî ”neoosmanîzm” li diji paradigma nûjen (modern) ”şoreşa dema şikefta” li dar xistîye û dixwaze em vebigerin dema şikeftan, lê mirov û civak weke pêvajoyên demê ne û ew nikarin vebigerin dema çûyî. Hizrên Bruno Latour´î ji bo her kesî/ê ku ew dixwaze di civakeka hemdem de bijî. Heta Ajelên (heywan) çolan jî, ji bo jîyaneke baştirîn dixebitin, têkoşînê didin û jîyana xwe diguhêrînin. Heta telefon, ajel (heywan), dar û ber digurînin, lê mentalîteyên tirk wekî xwe man. Stockholm02-07-2018

Back to top button