
Doh di medya Tirkî de hate ragihandin ku parlementerê HDPê Celal Dogan daxwaziya hevdîtînê li Erdogan kiriye û Erdogan jî ev yek qebûl kir û li gel Celal Dogan di qesra serokkomariya Tirkiye de hevdîtinek pêkanî.Dema hevdîtin eşkere bû. Hinek zanyariyên di derbarê hevdîtinê de destkevtin.Herweha di Rojevakurd de jî hate îdiakirin ku bi zanebûna Qendîl û hinek berpirsên HDPê ev hevdîtin pêkhatiye.Lê îro HDP daxuyaniyek belav kir û da xuyakirin ew ji vê hevdîtinê ne agahdarin û tu zanabûna wan di derbarê vî hevdîtinê de tuneye.Herweha Celal Dogan jî dibêje ez ne bi navê HDPê çûme ba Erdogan. Lê Dogan nabêje HDP ji vê hevdîtinê ne agahdar e.Ji aliyekî ve tu siyaseta Tirkiyebûnî rêve dibî, ji aliyek din parlementerê te yê herî girîng ku rojek jî kurdeyatî nekirî, diçe serdana serokkomarê Tirkiye.