Polîtîk

HDP li gerilayên PKKê xwedî derneket

Murat Karayilan rexne li HDPyê digre û radigihîne: HDP piştgiriya şerê xendekan nekir û gerîlayên PKKyê tenê hişt.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Murat Karayilan rexneyên tûnd li Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê digre û dibêje:

“ Di dema şerê xendekan de HDP xwedî li gerîlayên PKKyê derneket û 60 şervanên wan li bajarokê Sûrê tenê man. HDP piştgiriya şerê xendekan nekir û bi dudilî tevgeriya û hişê xelk tevlîhev kir. Ger HDP piştgiriya şerê xendekan bikira û erk û berpirsiyariyên xwe bianiya cih encam wekî niha nedibû. “

Back to top button