Polîtîk
HDP biryar da ji Parlementoya tirkiyê vekişîn
![](/wp-content/uploads/2020/04/hdp.jpg-780x470.webp)
Li civîneke rojnamevaniyê de berdevkê HDP Gunay Kubilay da zanîn ku Partiya wan biryarê daye bi awayeke giştî ji parlementoya Enqerê vekişin.
Gunay da zanîn ku Parlementoya tirkiye mafê dengderên me û mafê gelê Kurd û hemû pêkhatên din binpêdike û hebûna me ya Parlementoya tirkiye jî hîç kêşeyeke Kurdan çareser nake, ji ber wê yekê jî me biryar daye ji parlementoya tirkiye vekişîn.
Her wiha Gunay da zanîn ku ji bo çareserkirina kêşeya Kurd baştirîn rê ewe ku li gel Parlementoya Kurdistanê kar bikîn û ji bo vê yekê jî me serî li parlementoya Kurdistanê daye.
Her wiha li vî derbarî de berdevkê Parlementoya Kurdistanê jî daye zanîn ku ji bo çareserkirina kêşeya Kurd li tirkiye çi ji destê wan bê ewê bikin.
Têbînî: Eve derewa yekê nîsanê bû. 🙂