Polîtîk

HDP banga hevkariyê li kî dike..

HDP ji bo hilbijartinên herêmî li Tirkiye û Kurdistanê cardin behsa hevkariya dike. Hevseroka HDPê Belvin Buldan axavtina gruba partiya xwe di parlementoyê de da xûyakirin ku, ew dixwazin li dijê faşîzmê hevkariyekî li gel hêzên demokratik avabikin da ku AKPê têkbibin.Di vê derbarê de Buldan got: Çewe ku di parlementoyê de AKP piranî winda kirî, hilbijartinên herêmî de jî em dikarin planên AK Partiyê vale derêxin.  Ji bo vê yekê ew hêzên li gel demokrasiyê och yên ji rewşa niha acizin û mexdûrin dikarin hilbijartinên herêmî de bi hevre kar bikin. Li himber me bloka Faşîzmê heye.HDP ji xwe wek hilbijartinên parlementoya Tirkiye de kirî li gel partiyên çep û sosyalistên Tirk hevkarî kiriye. Li gel partiyên Kurdistanê HDP gelek zehmete ku hevkariyekî bike. Ji ber ku perspektîfên siyasî ji hev dûrin. HDP heta çepên Tirk û soasyalistên Tirk hebin li gel aliyên kurd hevkariyê nake. Ev helwesta HDPê di hilbijartinên parlementoyê de jî bi zelalî hate xûyakirin.Ji berî her tiştekî HDP xwe partiyek kurdî nabîne û li gora wê xwedî helwesta siyasîye. Lê carê hinek aliyên kurd bi gotinên HDPê dixapin û dikevin nav hêviyekî de.HDP hemû amadekariyê dike ku, li gel CHPê hilbijartinên herêmî de havkariyê bike. Lê CHP cikas ji vê yekerê amade ye nayê zanin.  

Back to top button