Hasip Kaplan: Kûçikê min xwarin

Parlementerê BDPê parêzer Hasip Kaplan, li ser gotina wezîrê darayê Mehmet Şimşek ku gotibû, ” Başûr Rojhilatê Tirkiyê wê bibe wek Çînê”, axifî û îdiayek gellekî balkêş anî ziman. Kaplan got, “Wê çawa başûr rojhilat bibe Çîn? Ez ji we re qala mînakekê bikim. Ji komisyona lêkolîna madenê 15 parlementer, ku ji wan hinek hîn li meclîsê ne, em çûne Cûdî, li quntara Cûdî bîra neftê hebû, komir hebû. Çiya qul kirine, 800 metre tunel vekirine, ji tunelê komirê tînin.
Li wira termîk sandrala Koma Cîner heye. Yên ku qredîya termîk santralê dane, Çînî ne. Çînî li wira dixebitin. Yanê hemû xebatkarên teknîk û qredî ji Çînê tê. Me çawa fehm kir ku başûr rojhilat wê bibe Çîn? Me carê dît ku li gûnda kûçik nemane. Mêvanên me hemû xwerine. Mixabin rewşeke wisa heye. Ger hûn, başûr rojhilateke wisa tehayyûl dikin, rewş gellekî wahîm e. Xebatkarên teknîkî ji derve tên, qredî îthal kirine, patron ji derve ye, hilberînerê niştecîh ji yê derve hatî zêdetir bacê dide. Ji bo eşqa Xwedê, ma teşwîk ev e?”