Cîhan

Haşimî cara duyem sezayê xeniqandinê wergirt

 
Cîgirê Serokkomarê Îraqê Tariq Haşimî û midûrê wî yê taybet Ehmed Kahtan, cara duyemîn sezayê xeniqandinê bo wan hate dayîn.
 
Haşimî û Kahtan, bi tawana ku bombe xistine teqsiya serleşkerekî Îraqê û xwestine ku wî bikujin têne tawanbarkirin.
 
Ji ber vê sedemê ev cara duyemîn e ku sezayî dardekirinê bo wan tê dayê.
 
Di Nehê Êlûnê de jî Haşimî û Kahtan bi tawana ku ebûqatekî û jina serleşkerekî dane kuştin, ji aliyê dadgeha Îraqî ve bi tawana xeniqandinê hatibûne sezakirin.
 
Hikûmeta Îraqê ya Malikî, bi riya INTERPOLê derheq Haşimî de kartê sor dabû derxistin ku ango ew li kurê bête dîtin divê bête desteserkirin û radestê Îraqê bibe.
 
Lê belê Tariq Haşimî pixav ne ji INTERPOLê û ne jî ji sezayê xeniqandina dadgeha hikumeta Malikî dike.
Hêjayê gotinê ye ku Tariq Haşimî niha li Tirkiyê ye û têkiliyên xwe yên siyasî didomîne.
 
De em ê jî binerin ka wê sezayê xeniqa ndinê bo cara sisiyan kendê bo Tariq Haşimî bête dayîn.

 

Rojeva Kurd

Back to top button