Polîtîk

Haşîmî: Biryara îdamê ji bo min rûmet e

Tarik El Haşimî, Cîgirê Serokomarê Iraqê yê ku doh di derheqê wî de ji aliyê Konseya Bilind a Darazê a Iraqê ve cezayê dardakirinê hate dayîn, îro li paytexta Tirkiyê li Enqerê, di derbarê biryarê de daxuyanî da. Haşîmî anî ziman ku, biryara îdamê ji bo wî rûmetiyeke û bi vê biryarê derketiye holê ku, wî berat kiriye. 

Tarik El Haşimî wiha got: “Ji bo min ev biryara rûmetiyeke. Ev biryara ji bo min beraata min e. Biryareke neheq e û bêqîmet e. Ez mirovekî bêsuc im. Hemû tawanbarî li hemberî min neheqiyeke. Ez amademe ku di dadgeheke bêteref de werime darizandinê. Ez naxwazin dadgeheke ku di bin bandora serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî de ye, werim darizandin.”

Haşîmî anî ziman ku, ew ê ti cara ji welatê xwe re xizmetkirinê de paşda nemîne û got, “ez bi piştgiriya gelê Iraqê hatim wî eqamî, ne bi piştgiriya malîkî.”

Tarik Haşimî, banga alîgirên xwe kir ku, xwînê nerijînin. Haşîmî: “Xwînê nerijînin, teqez dûra çekan bikevin. Bi piştgirî û hewldanên we, ev hikumeta teqez wê ji desthilatdariyê bê xwarê.”

Haşîmî diya kir ku, bi 100 hezaran mirov, bi neheqî û besedem  di girtîgehên Malîkî de têne girtin û banga civaka navneteweyî kir ku, komkujiya li Iraqê tê kirin, asteng bikin. Haşîmî di vê mijarê de jî wiha got: “Neteweyên yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî, divê li hemberî biryara dardakirinên li Iraqê derkeve. Bila ji bo rawestandina dardakirinê hewl bidin.”  

Tarik Haşîmî îfade kir ku, ew naxwaze Tirkiyê têxe tengasiyê û got, “heta bi awakî siyasî mesele çareser bibe, ez dixwazim li Tirkiyê bimînin lê ez naxwazim Tirkiyê bixînime tengasiyê. Ger li vî welatî şûna min nemîne ez ê vegerime mala xwe.”

Back to top button