Li Bexda yê dadgehê cezayê bidarvekirinê ji bo cîgirê serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî vebirî.
Wek tê zanîn Tarik Haşimî bi tawanê avakirina komên xwekujî û terorê dihat dadgehkirin. Piştî biryara dadgehê çav hemî niha lê wê yekêne ku dê çi bibe. Tarik Haşimî li Tirkiye dijî.
Haşimî van tawana red dike û dibêje ku serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî li pişt vê pirsiye û ev nakokiya siyasî di navbera min û Maliki de ye.
Hevalên Haşimî li Iraqê vê biryara Dadgeha navendî ya tawanan a li navçeya Kerix li Bexdayê wek biryarek siyasî dinirxînin.
hevalên Malikî dan xuyakirin ku ew ji xwe hêviya biryarekî bi vî awayîbûn.