Hanî: Muzîka niha ya Kurdî baş nabînim
Xanima hunermenda Kurd Hanî ragihand muzîka niha ya Kurdî baş nabîne, ew ciwanên dixwazin dahênanê bikin li sosyal medyayê de têne ruxandin.
Di dema beşdarîkirina bernameya Pencereya Kurdî ya Kurdistan24 de Hani got: “Li rastiyê da li muzîka niha ya Kurdî baş nabînim, hest nakim guhertineke mezin li muzîka Kurdî de rûdabê, beramber bi salên 70 û heştihan heman amêrên muzîkê hene, tiştek bi navê elektron muzîk li nav muzîka Kurdî da nîne, ewê ku heye temam bûye”.
Her wiha got: “Raste divê rêz li muzîka folklor bigrîn, lê belê muzîka folklor her tepl û saz û dehol nîne, divê bê nû kirin û têkilî muzîka serdem bê kirin”.
Her wiha Hanî got: “Muzîka Kurdî gelek bi feqîr dibînim, divê ewe bizanîn, nikarîn çand bi pere û serwet û samanê binasîn”.
Dawiyê de got: “Divê rêxweşker bîn ji bo ciwanan, mixabin dema ciwanek dixwaze nûgeriyê bike, li sosyal medyayê diruxênin, ciwan ditirsên nikarin bi azadî fikr û bîr bikin”.