Hamas: Filistînî Filistînek serbixwe ku paytexta wê Quds e dixwazin
Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye got: “Gelê Filistînê dixwaze li gor biryarên navnetewî dewletek serbixwe ku paytexta wê Quds e bê avakirin”.
Li gor daxuyanîya nivîskî ya Hamasê, Heniyye bi Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm re bi têlefonê li ser geşedanên derbarê Şerîda Gazzeyê de axivî.
Heniyye, di derbarê daxwazên gelê Filistînê de wiha got: “Gelê me li gor biryarên navnetewî mafê azadî û rûmetê û avakirina dewletek Filistînê ku paytexta wê Quds e, dixwaze”.
Serokwezîr Îbrahîm jî hevgirtina Malezyayê bi gelê Filistînê re diyar kir. Îbrahîm diyar kir ku ji bo rawestana êrîşên li dijî gelê Filistînê û gihandina alîkarîyên mirovî bo Zîvala Xezzeyê, wan bi partîyên li herêmê û derveyî herêmê re gelek têkilî çêkirine û gav avêtine.