Cîhan
Hamas: Em amade ne ku 70 dîl an berdin
Hemasê ragihand ku eger şer 5 rojan raweste ew amade ne 70 jin û zarokan berdin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam yê baskê çekdar ê Hamasê Ebû Ubeyde li ser kanala Telegramê daxuyaniyek da.
Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di berdêla agirbesta 5 rojan de ew ê 70 jin û zarokên Îsraîlî yên dîl berdin û diyar kir ku banga agirbestê ya bi Îsraîlê re ewlekariya alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê jî dihewîne. Berdevkê Hamasê da xûyakirin ku, ji bo navitiyê ew spasiya Qeterê dikin, û wan biryara xwe ya ji bo agirbestê gihandine Qeterê.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî herî dawî ragihandibû ku hejmara dîlên Îsraîlê yên li Xezayê 240 e. Hemasê heta niha 4 dîl berdane, her çar jî jinin 2 Îsraîlî û 2 jî Amerîkîne.