Eve demek bû hêzên çekdarên Surî bi tangan dora bajarê Hamayê girtîbûn. Dema xwepêşandan çêdibûn bajar didan ber topan. Îro hêzên ewlehiya Surî bi tangan ketin nava bajarê Hamayê.

Li gora kanala televiyona El Arabiyê, piştî leşker bi tangan ketin nava bajêr, li mala geran û dest girtina xelkê kirin.Li gora agahdariyên medya bajarê Hamayê di nava agirdeye. Heta niha 24 kes hatine kuştin û zêdeyî 60 kes jî birîndarin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: