
Parêzerê Barzanî ragihand, tê çaverêkirin di rojên bê de termên 100 Barzanî radestî Herêma Kurdistanê bên kirin.
Parêzerê Barzanî li Dadgeha Cezayên Giran a Iraqê Hedar Barzanî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Li çolên Semawa Erebistana Siûdî termê 100 Barzanîyên jenosîd hatine dîtin. Berî 2 mehan ji aliyê Rêveberê Giştî yê Gorrên Komî yên Iraqê ve derbarê hebûna goreke komî ya Barzanîyan de hatim agahdarkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi amadekariyên veguhestina termên Barzanîyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê kiriye û roja 31ê Mijdarê bi merasîmeke hêja dê ji Hewlêrê bo Barzan were şandin û li goristana Barzanî were veşartin.
Barzanî got: “Niha termên han li Bexdayê di pişkinîna pizîşkî ya dadwerî de ne û hemû rêkarên yasayî û zanistî temam bûne û amadene vegerin.”