Hacî Heme: Bêyî şêwirmendiya PDK em li Kerkûkê tu gavan navêjin

Endamê YNK Rizgar Hacî Heme diyar kir ku berî avakirina meclîsa herêmî ya Kerkûkê ewê bi partiyên Kurdistanî re bicivin.
Hacî Heme diyar kir ku heger bi civakên din re li hev bikin, posta parêzgariyê ya Kurdan e. Endamê Encûmena Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Heme, ji Rûdawê re ragihand ku “berî destpêkirina danûstandinên li gel civak yan aliyekî din, divê em li gel Partiya Demokrata Kurdistanê li Hewlêrê bicivin, plan û bernameyên xwe pêş bixin û parve bikin”.
Hacî Heme bal kişand ser wê yekê ku hemû aliyên Kurdistanî di derbarê hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û di serî de Kerkûk, berpirsyariyek hevbeş heye û got: “Ji ber wê jî di demek nêzîk de emê serdana hemû partiyên Kurdistanî bikin, helbet berî her tiştî bi PDK re”.
“Bêyî şêwirmendîya PDK em tu gavan li Kerkûkê navêjin”.
Rizgar Hacî Heme diyar kir ku ewê bi nûnerê Kildan-Aşûrî re di pêvajoya muzakereyê de tevbigerin û got: “heger em (PDK û YNK) bi hev re tevbigerin, emê hemû pirsgirêkan derbas bikin”.
Di hilbijartinên herêmî yên 18ê Kanûnê de li Kerkûkê, Kurdan 7, Ereban 6, Tirkmenan 2, Asûrî-Kildaniyan jî 1 kursî bi dest xistin.
Hacî Heme got: YNK û PDK li Kerkûkê 7 kursî bidest xistine û her civaka ku ji Kurdan zêdetir kursî hebe, dikare bibe parêzgar. Rizgar Hacî Heme herweha got ku civaka Tirkmen û Ereb li hev kirine ku ji bo du salan bi awayekî din posta parêzgariyê werbigirin.


