Cîhan

Guterres: Ez di nav tevgerên dostên Kurdan de bûm

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, serdana Iraqê û Hewlêra paytext kir û bi rayedarên Iraq û Kurdistanê re hevdîtin kirin. Guterres,di derbarê serdana xwe de bersiva pirsên rojnamevanan da û bi minasebeta cejna Newrozê, Newroza Kurdan pîroz kir.

Antonio Guterres, anî zimên ku berî rejîma Saddam Hisên bê rûxandin jî wî di nav tevgerên siyasî yên ku piştgirîya Kurdan dikirin cîh girtiye û di derbarê serdana xwe de got: “Em girîngiyek mezin didin vê yekê dema ku Iraqî, Sûriyeyî, Îranî û Tirkîyeyî li Neteweyên Yekbûyî bên temsîl kirin. Em gelekî girîng dibînin ku hemû komên etnîkî yên girîng di nûnertîya netewî ya van welatan de cih bigirin. Ji ber vê yekê gelek hevalên min yên Kurd hene. Emê pir bextewar bin ku pêkhateyên Kurdan yên wan welatan di nûnertîya Neteweyên Yekbûyî de hebin”. 

Antonio Guterres, li ser rewşa Rojava û Sûriyê jî axivî û got :” Min bi serokê Sûriyê re li ser dayîna mafê welatîbûnê ji bo Kurdên Sûriyê gotûbêj kir. Wek hûn jî dizanin, hemwelatîya Sûriyê nedidan Kurdan. Ev yek ji wan tiştan bû ku min ji bo wê şer kir. Wê demê ez ji alîyê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ve wek Komîserê Koçberîyê hatibûm erkdarkirin ku ez bi pirsa kesên ne-welatî re mijûl bibim. Makzagon çawa destnîşan dike bela bike, ev 10 sal in ez hewl didim da ku Kurdên Sûriyê karibin di jiyana Sûriyê de rolekê bilîzin”.

Back to top button