Gurcistan Konsolxaneya xwe li Kurdistanê vedike

Îro dûşem 20/12/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Zorab Îrstafî Balyozê Komara Gurcistan (Georgia) li Iraq kir.

Li hevdîtinê da, pêwendiya du qoliya di navbera Komara Gurcistan û Herêma Kurdistanê hate nirxandin û tekez li ser pêşxistina wan pêwendiyan hate kirin. Balyozê Komara Gurcistanê xweşhaliya xwe beramber pêşveçûn û avadanî û aramiya Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî xwest li paşarojeke nêzîk da Serkonsolê welatê wan li Herêma Kurdistanê da dest bi kar bike û bi vê yekê jî derfetek ji bo kompanyayên welatê wan pêkbê ku beşdarî li proseya avadankirin û geşkirina Kurdistanê li hemû waran da bikin.

Serok Barzanî amadehiya tevahiya Herêma Kurdistanê dûpatkir da ku hêsankarî li encamdana erkê xwe de, bi mebesta rêkxistina bingeheke xûrt li pêwendiyên di navbera her du aliyan da bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: