Kultur

Gulistan û şev

Nivîsîna: Dr. Elî Ebdulamîr Salih
Wergêran: Peyv

(1)
Her nivîserekê, maf heye wekî wî bivêt ji canirekî edebî biçe yê dî, nexasim heke behremendî û şiyanên dahênanê û hêza vedîtinê di pêtir ji canirekî edebî da hebin û heke bêhn firehî û berdewamî û rjdî di biyavên dahînanê û girtina xulekên reviyay ji pencerika peyvan hebe. Me Hesen Silêvanî wek hozanivan, çîroknivîs û wergêr niyasî ye û niha jî wek romannivîs.

Ya rast jî ewî li sala 1987 ê ev romane temam kiriye, belê yekem car bi pîtên latînî li sala 1996 ê belavkiriye, paşî bi heman tîp li 2007 ê çapkireve û bi pîtêt erebî li sala 2000 çabkireve. niha jî bi zimanê erebî, her ji wergêrana silîfanî bixwe, liber destê me ye (2009 çabxana Hawar-Duhok). Li demê nivîsîna vê vekulînê çapa duwê ji vê romanê li dumahiya 2010 ê ji weşanxana (Şemis) li Qahîre bi zimanê erebî deriket.

(2)
Li despêkê em nabêjîn eve xwandina yekane û dumahiyê ye bo vê romanê, belkî yeke ji xwandinên hejî wê. Anku egereke ji egera, ji ber ku me bawerî heye her xwandinek tewîleke, her weku Samî Mehdî dibêje: “ya rast, tilwîl dewlemendî ye bo edebî û rewşenbîrî yê, ji aliyê diyar kirina veşartiyê deqî û runiya miju muranê wî û vedîtine bo vehandina wî, şirovekirina avahiyê wî û naskirinke ji bo ristina peywendiya wî “(1). Bo zanîn jî me wesa serederî digel deqê silîvanî-Gulistan  û şev-kiriye wekî deqekê bi erebî nivîsî, ji ber ku em zimanê kurdî û nihîniyên wî û cudahiyên zimanivanî û rêzimanî û delalî digel zimanê erebî nizanin.

(3)
Her ji despêka pirojê xwe, Hesen Silêvanî, girîngiya girêdanê bi xweyetiyê û çûna beref jinavda û niyasîna hebûn û wijdana xo, baş di zanî. Berhemên xwe li ber ronahiya rwîdanên civakî û siyasiyên hevçerx yên biser duza wîda hatin dinivîsîn, ev duza ku kiringiyek mezin didayê jiber wê peywendiya wijdanî ya di navbera Silêvanî û kêşa wî da. Wî di zanî jî nivîsîna dahêner ciwaniyeka hunerî ye û çêkirina vê ciwaniyê jî bisanahî nîne, lewra dest bi rewşenbîrikirina xwe kir û hizir di jiyana xwe û gel û hevtemenên xwe kir û xwe li temambûna alavên xoyên dahênanê girt, çunkî xwegirtin gehiştinê di dûv xora dîne û xûdî ji girêya wekhevbûn û çavlêkirinê rizgar dike.

Silêvanî behremendiyeka mezin di çêkirina wêneyên hozankîda û azadiyeka temam ditêkelkirina rastiyê digel aşupîda heye. Evejî nivîsînên wî nêzîkî xewnên wî û gelê wî dike. Herdîsa ji her tiştekê ji serbora wî û gelê wî derneket be xwe dûrdêxe û serbora wî ya kesokî û civakî serûkaniya çîrokên wî bû.. Û ji ber ku her nivîserek kurê civakê xwe ye û bi navê wî di axive, Silêvanî jî neşiya beramber azar û mafên gelê xwe desta dahêle. Berhemên xwe jî bi bêlayeniyeka sar ne nivîsîne, belkî bi tundî di havête dikitaturiyet û standina azadiyan, belê bêy ku nivîsînên wî bibine diruşmên siyasî. Her jiber vê yekê jî xwe ji seriveseriveyî dûrêxistî ye.

Mafê her neteweyekê ye mafên xwe, azadî û serbixûyya xwe werbigire, lê dijwarî di wê da ye, ku ev terzê netewayetî bihête veguhastin bo aydulujiyayê, vêca bi kêmasî berê xwe bide neteweyên dîtir, û ji bihayê zan kêm bike, ka cawa bo netewa elmanî Cîbû-li serdemê Hîtlerî-ku hewil dida milet û neteweyên dî bêxt bin destê xwe, wesa hizir dikirin ku mirofê elmanîwe yê mirofê kamlan, li dûv gotina Nîcey.
Silêvanî, di deqên xwe yên helbest û cîrokanda bizav kiriye xwe ji yekserî û pêşkîşikirina tenazulatan bo aydulujiyayê neke li ser kîsê ciwaniya karê edebî. Ew mirovekê kurd e, îraqî ye, kiyanê wî, hebûna wî, nasnama wî û karê wî yê serekî peyvin. Bixwe bayê pakê reşandî bi bêhna gulên Kurdistanê, yê hildikîşe jî, cîhaneka ji peyvan lêkiday û avakiriye..

Silêvanî hez ji zimanê xwe yê kurdî kiriye, belê aşiq bûye, herwesa hej ji zimanê erebî jî kiriye û pê nivîsî ye û berhemên xwe û yên hevalên xwe jî kirîne erebî, her wesa niglîzî jî xwandî ye, belê herwekî wî li êvariyeka payizî li 2010 ê gotî ye min, ew hêşta ne wêre ji wî zimanî bi wergêre.

(4)
Berî behsê romanê-Gulistan û şev-bikin, da piçekê hizra xwe di hinde navunîşanên Silêvanî da bikin: (Gulistan û şev), (Helbest ji welatê nêrgizan), (Çîrok ji welatê nêrgizan) ji ber ku navunîşan herwekî “rulan part “di bêje gulwazê deqî ye.

Gulistan bi zimanê kurdî, anku warê gulan, yan hewdka gulan. Her wesan weku nav bo kiçan dihête naskirin.
Ev her sê navunîşane, tiştekê diyar dibêjin ku li xandevanê zîrek nahêne veşartin, ji bilî rexnegirê jîr.

Navunîşanê romana wî ya kurt ya ku dê li ser axivim: (Gulistan û şev) e, anku-warê gulan û şev-herwekî nivîser her ji despêkê wekî nivîserên şanoyê cih û demê romana xwe diyardike. Cih: Welatê gulaye, anku Kurdistan. Dem jî: Şeve, anku şeva dîktaturiyetê, yaku ne tenê birînên xwe yên kûrdgiyanê mirovayniyê da hêlayne, lê azadiya nivîser û rewşenbîran jî, jê standî ye ji bo hebûna dengê xwe yê wêrek û taybet. Û (Nêrgiz) yan (Nirsîws) yan (Nirsîs) ew “kurê xwedawendê robarî ye, Sîfîsus, û dayika wî Lîrîwye perî bû “. Genicekê gelek ciwan bû.

(Îku) ya perî hez jê dikir, êdî ewê nedişiya peyvên guhdarî dikir, bi temamî vegêre, tenê dikarî peyvên dumahiyê yên axiftingerî dubare bike, êdî yekwyê şiyan neman li ser girêdana nirsîwsî bi xweve, kelek damay ma li ser evîna xwe bo evîndarê xwe, yê êdî çi pwe pênekirî û pştguh ve havêtî, hêdî, hêdî heliya û berev nemanê ve diçû, tenê dengê wê yê girêday bi gingneka xerîb mabû. Nirsîwsî jî xwe vederikir, rojekê li ser çavekê ava rawestiyay dinav daristanekê da li dev çiyayê hilîkun sekinî, da avê vexut, hîngê wêneyê xwe di avêda dît, îna hezjêkir û lê aşiq bû, nizanî ew wêneyê wî ye, gelek hez ji wîney kir û neşiya xerîbiya xwe bo wî wîney bicihbîne, mir. Xudawendî jî ew veguhast bo gula nêrgizê. Ewa navê wî hilgirtî. Êdî her kesê gelek hez ji xwe bike, bi saluxê nêrgsiyetê dihête hijmartin. (3)
Sê navunîşan bo sê pertukan û her sêyan navê gulan têdaye, herwekî nivîser yê di bêje me: Hozan bo çi ne heke bo welatê gulan yan Kurdistana xweştivî nebin? Ew tenê hejî ye nivîser, helbestên xwe yên pir ji evînê û romansiyetê û ciwaniya siruştî bo binivîst, mîna hevalên xwe helbestvan û nivîserîn kurd yên dîtir. Ew bi tenê hejî ye ciwantirîn salên jyê xwe gurî ke, û berevaniyê ji mafên miletê xwe bike, û helwestekê aşikira uwêrek ji dozên azadyê û îstîbdadê wergirt. Herdem hevalbendê mafê mirovî be dijî her desthelateka neheq û gunehbar. Ew tenê berêxwe nade mafê miletê xwe, lê li nafixûy ya xwe, li pêtivî ya xwe ya ruhî dinêrt weke helbestvan û nivîser û xwendevanek. Naxwaze, kes xweşiya xwendinê jê bistîne, cunke ewê hêla ew qelemî hilgirt û di dûv da li ser kaxezê hewlên nivîsînê dest pêbike, û digel burîna demî ev hewle bûne terzek û jiyanek temam, di seyrana nivîsîna wî yaberfireh da, daku meydana edebî ya kurdî bi berhemên xwe yên helbest û çîrokan dewlemend bike.
Nêzîke (Dilşad) ku qehremanê romanê ye, bibe Hesen Silêvanî bixwe, yê ku ne şêt bêy pertukan bi tama jiyanê bi hest, ji ber ku pertuk li def herdûya: Av û nan û hewaye (4).

(5)
Hesen Silêvanî, romana xwe-Gulistan û şev-dike dû pişik: Ya yekê ji 14 çapteran pêkihaye, qewara wê dinavbera cend rêzan da ye, heta çend navberan. Dinavbera her çapterekê wyê da, sê stêrin, ev pişke, bê navunîşanin. Pişka dûyê lijêr navunîşanê: (kaxezên bi bêhna barwît û beybunê xemilandîn), her dîsa ji 14 çapteran (kaxezan) pêkhatiye, wek jimara çapterên pişka yekê. Zêdebarî sê kaxezên pêçay, dû ji wan piştî kaxeza pêncê dihên, lê kaxeza sê sê piştî kaxeza şeşê hatiye. Gulistan qahiremana romanê, ew bo me pişka yekê ji romanê vedigêre. Anku bi dengê wê hatiye vegêran, ku ew jî bîrihatin û hez û xuzîkên wê ne ji bo vegeriyana (Dilşad) î. Pişka dûyê jî, ji vegêrana Dilşadî ye, ewib dirêjahiya 45 berperan, çendekê ji jiyan û bîrihatinên xwe digel hevalên xwendinê li bexda, her çende bi rengegî yekser nîşanê bi wê çendê nade, her wesa vegêrana hindek bîrihatinên wî digel hevalên wî yên serbazyê, ewên wexerikirîn cîhana dî. Ziyad, yunis, Hêmin. Sereray gazîkirina Gulistanê.. Li destpêka kaxeza yekê, wesa gazî dike:
Sihariya te bixêr delala min…. Melay berî bîstekê bangda… Serê spêdê ye û bayekê bêhn xweş û tezî yê dihêt.

U gazîkirina xwe wesa bi dumahî dihîne:
Hêj tu ya dixewê, xeweka gulgulî, ne dûre xewnekê dibînî, pa ne??
– Aliremî hur
-Alhzîre altalte tubelix
Dê bixatira te heta spêdeyeka dî.
Bêguman ev varîbûnên vegêranê yên dûbarekirî yên berfireh, saxletekê diyare ji saxletên romanê, netinê di pişka dûyê ji romanê, lê her wesa di pişka yekê da, yaku bê navunîşane jî. Herwekî di. Şikirî zîz dibêje: “ev varêbûnên enqest, zincîra demî dişkênin, û girîngtirîn xasletên demî jêdstîne, ku ewjî sinsleye (altslsil), demên jêkcuda têkilî yek dibin û hinde caran berzedibin. wesa cih jî. Û babetê romanê, êdî bi xasletê yekbûn, yan harmunî û desnîşankirinê ji dest dide “. (7)

U li aliyekî dî dibêje:
“li jêr sîbera pirtkirina bihayan û, hejiyana nelivan û, diriyana pirensîb û gotinan û, jêkivebûna eza komelê û, heyrana eza kesukî û, mujumuraniya vî serdemî wyê bihêt û, pijkîna lujîkê caran û beriniyas, li jêr sîbera van hemûyan, ciwanî yên romana nû walavên wê ne serikevtî ne di şirovekirin û enalayzkirin û naskirina evî dûrihêlî, û neşên derbirînê jê bikin “(8)

Hesen Silêvanî şiyaye retabeta vegêranê bişkêne û romana xwe bike dûpşkên ne hindî yek: 69 berper, bi 45 . Û hozanên xwe û herduhelbestvanên serdemê xwe, şirîf Amêdî û bidirxan Sindî bike dinaf herdû pişkan da. Di perên dumahiyê ji pişka yekê, herdû helbestên bidirxan Sindî û şerîf Amêdî hatîme. Lê perîً yazdê ji pişka dûyê helbesta-Pelatînik-Ji nivîsîna nivîserî bixwe ye. Û ev cure vebûna vegêranê li ser terzên dî yên edebî, karekê berbelave di çîrokên pust mudêrinîzmêda. Çi di nivîsînên nivîskarên erebada yan biyanî yan da hatibe. Wekî nimûne li ser vê çendê, ewa (kunter giras) î di romana xwe da (masiya musa î yan masî ya filundir) da kirî.

Di. Şica’i Alanî vê dideyne rengek ji rengên havîbûnê yan dûrbûnê. Ew amaje bi çîroka-Peqîna runidikekê-ya çîroknivîsê îraqî (Ward Bidir Alsalim) dide, ku vegêrana bîrihatinên xwe yên şerî dike, û enqest vegêrana rwîdanan dibirt bi înana malikên helbestan, yan risteyên pexşankî bo nivîserên cîhanî yên navdar bo xwendevanan. Di. Şicai Alanî dibêje: “ev qetandina vegêranê, çûna xandevanî bo nav kes û rwîdanan di rawestîne û welêdike hizirên xwe di wan parçeyada bike. Nexasim demê ew nivîsîne mîna pirsiyareka aluz be û pêdivî hizirê û mejî be “(9)

Avahiyê romana Silêvanî ya liber destê me, bi mirunetê û însiyabyê dihête saluxdan. û ji gurî yên Heme reng û wîneyên vegîranê û hindekên dî yên wesfî, bi zimanekê lêkiday û dcîç xwe da.. Ev hemî saluxe we dikin xwendevan xweşyê jê bibînin û j xwendina wê venebe ta dumahiyê, sereray nebûna teselsula demî bo rûdanên wê, zimanê romanê yê helbestkî wel xwendevanî dike ku berdewam be li ser xwandinê, cunke dixwendinê da em bi ser xwendina aluzyên vî serdemî hildibîn, bi xwendineka nû û li dûv hestekê nû û hişiyariyeka îstatîkî ya nû.

Romana nû herwekî di. Şikirî Alimaçî dibêje: “veqetiyana xwendevanî nake û palnade bo xabînuka gehiştina rastiyê, her wesa neguncandin digel hindek kesatiyan yan cîhana vegêray, lê ser zij nû pildide bo hizirikirinê diher tiştekê dixwîne. Heceku xwendevan yîç dixwîne û ew bi rengekîç an yê dî veqetiyaye ji tiştê dixwîne, yan zêrevaniyê lêdike, û eve rê bo xweş dike bi dîtineka rexneyî berêxwe bide romanê û delalatên wê yên firawan. û wî paldide ji bo hêvkirinê (di ramana nêzîkbûnê û dûrbûnê û tewazî yê û varêbûnan) ne pêk vemanê) (10).

(6)
Ji xesletên (Gulistan û şev) vegêrana wê lidûv ritmekê rehetê pêcay li ser kelîneka nafixûy yê dijwar, yan dabêjîn kelîneka dilînî yadiyar. Romanê zimanekê hozankyê ciwan heye û, tinazîkirin bi serikirdeyên beisiyan, yên diviyan zal bin li ser livînên mirovan û û mafên mirovî jê bistînin û ji sexletên kesukî û serbxuya wan rwîs bikin.
Gulistan, qehremana romanê xerîbe, yan gelek xerîbe ji bo dîtina hevjînê xwe Dilşadî, yê dûr çûy û nediyar:
We diyare tu gelek xerîbî?
Ma Heme xerîbim.. Xerîbî peyvek mirî ye.. Ez dîna dîtina teme.. (11)
Pêniç sal li ser hevjîniya Dilşadî û Gulistanî burîne û hêj agirê xerîbyê û dilîniyê germe û sist nebûye.
“ew her ewe, ez neşiyam gelekê ji siruştê wî biguhurim. Belê raste hez ji min dike, û ez ji hejêkirina wî bi bawerim, lê viyana wî li pey rê ya wî ya mt û bê denge. (12)

Eger Hesen Silêvanî romana xwe bi viyan û xerîbûnê despêkiriye, ewî bi pilan yê viyay me bikêşe dinav deqê romanê yê hêdî, hêdî weku cukeka avên Kurdistanê diçe, daku bi rê ya wê bişêt karesata mirovê kurd li Îraqê wîne bike. Nivîserî şiyaye bi şirînî û zelalî, sîmayên xemkîn yên bîrdankeka pir ji xerîbî û hindakirinê û sutinê û bendewariyê wê bike, bêy ku deq bikeve xefka giriyanan.. “Dilşad “î hevalên xwe di şerî da ji destdayne, di wî şerê neber aqil da, diwê berzebûna bê sinur da hevalên xwe hindakirin:
“necidet çû.. Hevalê xwandinê û cadên muslê û wezîrî yê û pira asnî û şevên şemendefirê û tîqelîqên hevalan.. Necidet çû û çû, ev duniyaye hêla, em hêlayin, seraba li hîviya xwazgîniyê hêla, herdu xweşik û dayika pişt qu hêlan.. Çû û negote kesê bi xatira we.. “(13) bp49

Û eve Dilşade, yê bi şîniya hevalê xwe dibêje:
“erê tu însê xefurî, hêj wî bayê bênamwîs divê jînê da hildikêşî? Erê te jî destek, çavek, pêyek hinda kiriye?? Însû hêj tu jî wek min hest bi xurbet û xemukî û nerehetî û nebûnê dikî?? “(14) bp57

U bi vî rengî behsê hevalê xwe yê kurd hêmnî dike:
“hêmnû law, tu li kîveyî?? Ho hevalê kurinîş û ezemî yê û havîngeha Selahedîn, ka to, nedûre tu bê paspurt çûbê wê cîhana te digotêbeheşta mezin. Ez bawerdkim tu yariya bi vî serdemî bikî û barbkî.. Ez dizanim tu hind zelamê, ku dişêy xwe bigujî û nemînî mîna pequşkeka sabwînê divê jînê da… Ev jîna guriya em têde “(15) bp57

Divan risteyên xemukî û pir îş da, romannivîs bo me diyardike, ku yek ji tiştên bisehim û tirs dişerî da, ewe tu çi ji yê bi serê heval û xweştivî û cîranên xwe diseqayê şerî da, nizanî. Pişkek ji malwêraniya şerî ew e, em xweştivî wezîzên xwe û xweşik û birayên xwe hindadkîn.
Di dîdarekê bi zimanê îngilîzî, digel da, romannivîsa genica nayicîrî “Şîmamanda Niguzî Edîtşî “dibêje: “min divêt bîra xwe û şerî bînim, û ew xelkê hatine kuştin, min divêt bîra xwe bînim, min divên ewî demê şerî ji mêjûya me bînim bîra xwe.. Min nevêt ez bi tenê webkem, min divêt bîra me hemûyan û şerî bihêt “. (16)

Şîmanda Niguzî, li ser şerê-Biyafira-yê ku dinavbera salên 1967 û 1970 rwî day, daxife. Lê Silêvanî behsê şerê Îraqê û îranê dike.. Ew jî wek edîtşî ye, nevît şerî û malwêraniya wî jibîr bike.. Divêt bîne bîra xwe.. Lê nevît ew bi tenê bîne bîra xwe, lê divêt bîne bîra me, divêt her li bîra me be.. Cunke mixabin wesa diyare hindek kes libin derdê jibîrikirinê ne.. Her çende hindek dibêjin jibîrikirin nimeteke..

Hevalê wî jî “Hêmin “î nevêt jiyaneka bê qehremanî û mêranî bijît. Êdî hez ji rutînî û sekinînê û û dûbarekirina tamsar nake.. Divêt xwe bibîne dirê ya karên qenc û mêranî da. Cîhan li dev genî û û jêkiveqetaye û xemukî ye. Ewî nevêt lijêr pirojeyên yên dîtir be, ewî divêt xewna xwe yataybe û pirojê xwe yê taybet bicihbîne.. Hêmnî divêt ew wek xwe be, bi xwîn û leşê xwe.. Hêmin, aswyê mirovê paşerojê, aswyê mirovê turebûy, ew mirovê tiranên xwe bi yê dî dike, berceste dike.. Ew mirovê çi rê li pêşiyê ne ji bilî revê bo (beheşta berîn) ewa dê têda hemî mafên xwe yên jê hatin standin, bi hêzî stîne. Dê hemû azadiya rehayî hebe ji bo yarastina mirovanî û serbilindî û kesatiya xwe.

Hêmin, ewî mirwovê nevêt bibe (pequşka sabwînê divê cîhanê da) berceste dike.. Nevêt bibe mirovekê bê kar, jibîrikî, bêy hêvî,, ew mirovekî wêreke, evîndarê jiyanê ye, Hêmin amade ye ji bo xwe gurîkirinê, sexmeratî hîviyên xwe.

Dilşad jî ji şerî rizgarbûye da bo me çîroka xwe vegêre, şerî jî neşiya wî ji kitêba dûrbixe. Esker (efser) hez ji pertukan û xwandinê naken, efser dîn û har dibe, demê dibîne yek ji serbazan, pertukekê, yan rojinameyekê, yan guvarekê dixwîne. Lê Dilşadî çi pute bi efserî nedikir û bi dizî ve dixwand û dinivîsî. (17)

Demê babê Dilşadî yê dîndar, dibêjiyê: “eve çi kitêbên şeytanî ne tu dixwînî? Ma te mekteba xwe xilas nekir û çû? Qurana xwe bixwîne kurê min eve hemî jixwene “.. Bp 13

Dilşad li babê xwe vedigêrt: “bab mirov bi xwandina kitêba mirovtir lêdihêt “(18)
Şer di hên û diçin, xwîn dihête rêtin û mirov dihêne kuştin. Belê ew serborên şelirê tal di bîrdanik û hestên me nivîseran da dihêne umbarikirin. Her guleyeka dişerekê da diteqe, nîşanekê didilê dayikekê da dihêle, helbestvanê îrsî yê navdar-Qîsîn guliyiv-Wesa nivîsabû. Babet bo me îraqiya jî husaye, evên me sê şerên wêran dîtîn, herwesa lubnanî yên şerê nafixûy yê salên 1975 û 1990 dîtîn. Semakera berê ya tîpa kerikela û nivîsera lubnanî ya şanwyê bi ferensî dinivîst (nataşa entunîlu) ev şere bi şerê terwade mînak kir. Lê “Cimane Hidad “di pertuka xwe da (Husa şehrezad hatekuştin) dibêje: Her mirovek ji tiştekî di tirse, tirsa min jî ji curekê taybete, ne ji giyanewerekî ye, yan jichên bilinde yan ji karekê ye ez jê ditirsim. Ez ji dengekî ditirsim, bawerbken dengê fîtka topêye heku dihêt, çend min gulê dibe leşê min direcfe û lêdana dilê min bileztir dibe, min divêt bizanim ka dê v serê min yan yê xoştiviyekê min keve. Li nik min ew deng çaverêbûna mirinê ye. Ew deng sunbuleke ji bo nehêlana mirinê (19).

Fere li ser nivîserî bêdengî yê bişkêne, rastî û jan û veşartî yên dinav van şerên bêhudeyî da, yên me dîtîn, aşikira ke. Cunke karesata yekê diher şerekê da rastî ye. Her weku romannivîsa navdar-Durîs lîsnix-Dibêje.

Hergav dû babetên serekî di çîrok û romanên îraqî da di berçavin: (viyan û şer). Ev her du babete jî di romana silêvaneyda di diyarin, ku rexnegir û çîroknivîs-Yunis lihmid-î, dixwandina xwe da bo Gulistan û şev, ev navunîşane hilbijart (diwalîzma ceng û viyanê di Gulistan û şev da) (20). Dilşad çû şerî, belê Gulistan ya li hêvî ya evîndar û hevjînê xwe yê ku bo dupat dike ku bêguman ew her dê hêt: “bi serê te yê ezîz dê hêm, lê dibe piçekê gwîru bim “(21) bp 3 .

Bêguman raman livêrî diyare, cunke Gulistan yan Kurdistan, ku hevkîvên hevin, hêj pirî hêvî ye.. Ew geşbîne ji zivirîna kur û xweştivî yên wê, evên he dê ji şerê kureyê berberî vegerin, dê ji simfuniya şerî uwêranî û tirsê zivirin ve bo nav danigên bajêr û gundên xwe, dê xweşyê bi xêru bêra Kurdistanê bin, dê keyifxweş bin ve bi dîtina ciyayên bevirîn û nêrgizbin çulê û baxçewbîstanan û daru barên gehiştî li werzê buharê..

Qehremanê romanê (Dilşad) mirovekê geşbîne, hez ji xwandin û nivîsîn û hevalan dike, peywendiyên wî digel derucîranan di baş in, çucaran ji pirbêjiya cîranaxwe ya şwîm dayika cebarî ture nabe, ewa herdem bi gazinde û mayê xwe dixelkê da dike.
Dilşad, dibêje Gulistanê: “jiyan dareka şîne, pir xemle, divêt herdem em bo bi bigirinjîn û bi çavê hêvî yê hêvkînê, eger peyîzî bi serda girt, da zû berde û careka dî şîn bite ve “bp 8 , (22)

Dilşadî, nevêt ciwantirîn salên jyê xwe li vî şerê bi ser meda hatiye sepandin, bi mezêxe. Ev şerê dijwarê yariya bi giyanê bê gunehan dike, ev şerê dûr ji mirovanî û rê û resman. “hindî cenge, jiyan her ya bi xeme, bi jenge.. Şalwîl nivîstîne, mitin, bê dengin… “bp 46 (23). Dilşad serbaziya xwe li cihên jêk cuda diburîne (mwîsil-kerikuk-besire-hedîte-heqlanî ye-bexda-hile). “Gulistanê xwezî te zanîba ka li dev me, li serê van zwîrikên K-1 key wen, çend sir û seqem û sermaye… Befire.. Befire, li hemî alan befire, duniya spî ye, reşatî bi zêra nîne, ji bilî dwîkîla reşa bajêrê zîrê reşê me.. Erê gulê, kengî dê kefit destê me??. “bp 47 (24)

Her wesa Silêvanî dinivîse:
“roj bi cerigê esmanî ve helawîstî ye… Erdê disuje… Fîre fîra hiru baye.. Li ser sinduqeka gulên topê ez yê rûniştîme… Ew depên, navên rewangan li ser nivîsî, li ber çavên min diyarin (ereb, sebah, 4 , sema, 34 , xude, xîvet, telefun). Hur û ba dijwartir bû, ax û xîzê kel bo alê me hajût… Da diser mera, têr ax û xîz bi merada û burî… Başe gulê tu yalwêrê, li ser lêvên xaburê şîn. “bp 55 (25)
Eve ye Gulistan, ya liber lêvên xaburê şîn dijît, pa buçî li ser Dilşadî bi kutekî ferzkin, jê dûr be!! Çima divên ew wyên mîna wî bi dehan hizarserbazên din bihêne sotin, di duzeha cenga kurên zinayê akir wê hilkirîn?? (26)

Belê mirin lidor serbazan dizivire, qîjêna esmaniy ye û bê diluvanî berikên tupan, li dormandorên wan di kevin.. Dilşad î bi çavên xwe pirtên hevalên xwe di dîtin, wextê li heway di firîn, dest li direkê û pê li direk dîtir, serên wan di bin axê ve, li bin xîzê şewtî veşartîne, yan li bin girên befirê.
Li ser devê qehremanê romanê, silêvaney pirsiyardkit: Eve çi rwîbarê xwînêye em ketîne têda?! (27). Yan herwekî di bêje: Eve çi cenga hare, çi kabus û berzebûne, em kurd û ereb, bêy hişên xwe têda, eve kîş şeytanê mezine em havêtî ne nav vê teqnê?.
Di pirsiyara li ser devê Dilşadî, Silêvanî kirî, nerazîbûna xwe li ser şerê dijwar aşikira dike, ew şerê hemû netewe wulên ayînî li Îraqê, bihayekê giranê wî dayin.
Husa silêvaney dengê nerazîbûnê beramber şerekê durinde bilindke. Û ya rast jî diviya Silêvanî hu kiriba, çunkî nivîsîn bo çî ye heke nivîser, yan helbestvan, dengê xwe dijî stem û dikitaturiyet û xendqandina azadiyan û pêşîlkirina mafên mirovî bilind neke.

Nivîser narahêle qîjiyan ji ber jana xwe ya kûr û wastenikyên xwe yên malwêran bi tenê, lê weke derbirîn ji janên hawlatî û heval û xweştivî û cîran û endamên malbata xwe radihêle qîjiyan. Helbestvana wîrsî (ana axmatufa) ewa biriyara xwe kuştina xwe day, jiber belayek giran, dibêje: “helbestvanî devekê bi jan heye, dirê ya wî da miliyon kes radihêlin qîjiyan”
Lê diser hemî jan û karesatan ra, hêşta Dilşad bi hêvî ye ku ewê saxe, serbarî helkêşana bayê pîs û genî. Bayê tijî bêhna termên hişkbûy û genî û komên mêşan li ser didolin.

Beramber siyasetê jî Silêvanî di deqê xwe da, herê huşiyarbû, çunkî di zane “siyaset jêderê tundutîjî û bê xemî û neheqî û kutekyê ye “herwekî fargas yusa dibêje, belê dest ji rolê xwe wek nivîser berneda. Ev rule jî ewe ku nivîser yê dûrbe ji desethelatê, da bişêt zurdariya wê aşikirabike “her wekî-Bîrufî yê li sala 2010 xelatê nuplê adabê wergirtî, dibêje.

Nivîser û helbestvan Hesen Silêvanî, neşe ji jan wêşên netewa xwe ya kurd dûr bikeve.. çi caran ji hêvî wumêdîn miletê xwe, xwe nedaye paş.. Di çi burcên bilind da nejiyaye, her wesa edeb viyaye, cunke edeb revîneka zelale ji ketiwarî.

Û ya rast jî ew jiyana aşupî ya Silêvanî di romana xwe-Gulistan û şev-da çêkirî, ya lêkidaytire ji yana rastî yê, anku, xewnên Dilşadî û Gulistanê ji jiyana wan ya bi rasta jiyayin di zengîntir in… Jiyana dirust sebaret Gulistanê, ewe yaku dinav menelug û bîrihatinên wê bo hevjînê wê Dilşadî xuya dibin, Dilşadê jidemekê bo me nediyar, vê dûr ketî.. Em yek tiştî dizanîn, ku nivîserî, di navu nîşanê romanê da nivîsî ye (ewê rulan part dibêjiyê: Gulwazê deqî: Anku şev.. Lew vegêran li ser asoyekê bê sinûr vedibe.. Amaje bi serdemê dîktaturiyetê dide, yê ku xwelîbserî û karesat bi serê xelk û welatê me înay.
“erê gulê tu dizanî şev bêy te çend di dirêjin?? Çend bê rewşin, pir êşin?? bo çine şevên wek heyivê tu lê nekenê?? “bp 63 (26).
Dilşad û Gulistan, yan Kurdistan, her yek ji wan girêdaye bi şiqa yê dî ve, kes ji wan bêy yê dî, neşêt bijît.
Dilşad ji serbazyê direve, piştî bo diyardibe, ew şerê bo hatî hajûtin şerekê hare û nerewaye..

Dilşad biriyarê didet bigehe nav rêzên pêşimergey, da liber sîngê desthelata kure raweste.. Wî divêt xweşyê bi azadî û serbixweyî ya xwe bibe.. Yariya bike.. Keyifxweş be.. Her berekê dilrê ya azadiya wî da be, bêhnekê lêbide.. “nêzîk, nêzîk, ez jî dê qesta kanî ya azadî yê bikim “bp 62 (29)
Dilşadî nevêt jiyana wî bibe şeveka tarî, şeveka bi deh devan, weku edinanê hevalê wî digot. Lew biriyara xwe yaçarenivîs dide ku şerê şwîm bihêle û qesta rê ya xebatê bike, mil bi milê kurên miletê xwe yê kurd piştî dîwarê tirsê û dû dilî yê herivandî.
“ez dê vî dîwarê tirsê herfînim, dê pêhinekê pêhinekê li vê dûdlî ya xwe dim û qesta warê nêrgiza kim, xerîbî ya beybûnan ez xwarim, ew dengê ji cerigê çiyay gazî dike (were law) gelek xweşe.. “bp 70 (30)

Duza miletê Dilşadî rewaye û mîna befirê spî ye, û Dilşadî bawerî heye dê xizmeta wê ke ji bo serkeftinê.. Dê berevaniyê ji nasname û jêyatî ya xwe bike.. Dê berevaniyê ji maf û mêjûya xwe ya hatiye pîskirin û veşartin.. Ew bi kureyî berevanî yê ji nasname û jêyatî ya xwe nake, ku giyanê neviyanê dijî ereyan yan turikmanan bi arihîne, lê xebatê dike ji bo mafên xwe û mletê xwe yê kurd, dibiyavê komelgeha mirovaniyê ya divêt bi aştî û xweşî û serbilindî bijît..
“befira spî ya çiyayê Spî, doza spî, nêzîk ezê bihêm, ez yê li delîveyekê digerim.. Ez dê… “bp71 (31)

Li dumahiya romanê, Silêvanî, dinivîse:
“li min negire Gulistana min, çi nemaye dê bi serferazî xwe di nîva çavên min da bînî, bi xatira te, heval yê didin rê.. Divêt ez gîru nebim… “bp 74 (32)
Herdû çaverêy dîdarêne û bawerî hene dê gehin yek:
“Dilşadê min dê hêy, nêzîk dê hêy,, bi heval ve dê hêy, bi dîlan ve dê hêy, dê were Dilşadê min ez ya li hîviya te, min dizanî nêrgiz û beybûn û swîsnan tu yê kêşay dev xwe “bp74 (33)

Gulistan li hîviya evîndarê xwe ye, hîvyên wê wekî yên stiranbêjê çîlyê hatiye kuştin (fîktur cara) ne, ewê bûye hêmayê stirana xebatkerî yê, piştî ku bi 44 guleyan hatiye kuştin. Di stiraneka xwe da dibêje:
Xoştiviya min hevala jiyan û paşeroja min
Ez hizirên xwe di teda dikim..
Dema di gehime mal, te li hêviya xwe dibînim
Xewnên me pêkive melevaniyan dikin.
Em ji destpêkê pêk ve kar dikin,
Bêy ku dumahîkê bizanin. (34)

Spêde ye çi nemaye Dilşad bigehe, cilkên kurdî liberin, Gulistan derî vedike, wîçe wîça çuçkane, ewjî mizgîniyê didene belgên darihjîrê, ew mizgîniyê didete meta xwe, xwe berhevdike bo pêşiwaziya evîndarê jimêje nediyar. Ewê niha dihêt da mizgînî ya mezin bigehîniyê, mizgînî ya rizgariyê ji qeydên zulim û zurî û bin destiyê..
Ya rast jî, dumahiya vê romanê bîra me û çîroka (Hêsk) ya “Mihemed Xidir “ji komela çîrokên (Alimemleke alsuda) dîne, heku starê serbaz, kelexê hevalê xwe (Elî Qasim) dîne mal û liber kiça wî berzedike ku hêşta babê wê yê saxe, yê di cenitê biçûkê ji berey şerî înay: “bê ser, bê herdu dest û pê, bê cilik, bihêle nêzîk bibe, xwe nivîstî diyar bike, netirsîne, ew tenê hez ji nivîstî yên mîna mirî yan dike “. (35)
Û li beramber dijwarî û sextiya babetî, Silêvanî giyanê yarî û pêkenîn û henekan dinav avahiyê romanêda bikarînaye.. Xwendevan hest bi wê çendê nakin, ku ew henek û kenî bi kutekî cihê xwe dinav deqî da kirine, yan zêdene, lê ew xesletekin ji kaklka ristina romanê û yeke ji pêkhatî yên wê.
“hevalê min babê dêjînê, gelek nexweşî yên dûratiyê, bi axiftinên xwe yên xweş û tirana dikuştin.. Zimanê wî yê erebiyê seru ber e, bêrî ya wî, serê wî yê biçuk hinda dike. “bp 30 (36)

Efser destê xwe dirêj dike her du lûlikên topê û dibêjiyê:
Hih julih şinu Hesen?
Hesenî xwe nêzîkî topê kir û binîv erebiyeka entîke û kurdiyeka têkel gotiyê:
Hada lûlikên mal medfei zid teyarat.. Bp (31) (36)
Hemî diberdin kenî, her wesa efserê ubirîç wî ji kenî dihejiye.
Lê Şînwar jî dibêje babê xwe:
Babo êdî nete esteriyê.. Ê babo.
Bo çî babo?.
Hema, esterî pîte.. Nahêle tu bo min pirteala bînî.. Bp (33) (37)

Her wesa Silêvanî, neşêt viyana xwe bo helbestê û zimanê lêkiday, nîşa me nede. Silêvanî ev romana xwe bi zimanekê ast bilind nivîsî ye, ku xwendevan dê wesa hizir ke, hindek peregrafên wê helbestên pexşankîne, yên pir ji evînê û romansî:
Ew çavên
Ne wek wan çi çav
Nuriha lidor belav
Zerdexeney xonav
Çima li min naken silav?? Bp (41) (38)

Her wesa dinivîse:
“davên tavê li ser rwyê dîcley lidûv simfuniyeka nazik, bi şadî dileyizîn. Teyirên avê bi revda li sur herdû lêvên rubarî belav dibûn, caran hindek da xwe nuqî kin avê, mîna guleyekê, û careka dî serê xwe hildin û ji avê bilind dibûn ve. “bp (35) (39)

Jêder û dehmen:

•    سامي مهدي، قريباً من النظرية وبعيداً عنها: النص الشعري وأوهام التأويل، جريدة (الدستور) الأردنية، الملحق الثقافي، الجمعة 29/10/2010.
•    فدان ادم، السليفاني بين هواجس اللغة وصناعة المشهد: قراءة نقدية في مجموعة (ليلة المطر)، مقالات نقدية في نصوص كردية، من منشورات اتحاد الأدباء الكرد – دهوك، 2006، ص16.
•    كاظم سعد الدين ، جمع وترجمة، معجم الميثولوجيا الكلاسيكية اليونانية والرومانية، دار المأمون، بغداد ، 2006، ص295 – 296.
•    حسن سليفاني، كولستان والليل، مطبعة هاورا، دهوك، 2009، ص52.
•    نفسه ، ص71 .
•    نفسه ، ص71 .
•    الدكتور شكري عزيز الماضي، أنماط الرواية العربية الجديدة، عالم المعرفة، الكويت، سبتمبر 2008، ص15.
•    نفسه ، ص15.
•    د. شجاع مسلم العاني، قراءات في الأدب والنقد، دراسة، اتحاد الكتاب العرب، دمشق، 1999، ص89.
•    الدكتور شكري عزيز الماضي، أنماط الرواية العربية الجديدة، ص16
•    حسن سليفاني، كولستان والليل، ص4.
•    نفسه ، ص4.
•    نفسه ، ص62.
•    نفسه ، ص76.
•    نفسه ، ص76.
•    علي عبد الأمير صالح، ترجمة، أصنع نصف شمس صفراء من حافات الكلمات، حوار مع الروائية النيجيرية شيماماندا نغوزي أديتشي، جريدة الزمان الدولية، ألف ياء، ص9، العدد 3738، 3 تشرين الثاني (نوفمبر) 2010.
•    حسن سليفاني، كولستان والليل، ص59، 61.
•    نفسه ، ص16.
•    جمانة حداد، هل قلتم انتماء، أدب فكر فن، صحيفة (النهار) اللبنانية، العدد 24210 ، الاثنين 1/11/2010 – مقتطفات من الكتاب المذكور في المتن.
•    يونس أحمد، مقالات نقدية في نصوص كردية، ص149-154.
•    حسن سليفاني، كولستان والليل، ص4.
•    نفسه ، ص11.
•    نفسه ، ص68.
•    نفسه ، ص59.
•    نفسه ، ص72.
•    نفسه ، ص73.
•    نفسه ، ص73.
•    نفسه ، ص87.
•    نفسه ، ص86.
•    نفسه ، ص101.
•    نفسه ، ص101.
•    نفسه ، ص105.
•    نفسه ، ص105.
•    محمد عيد إبراهيم، ترجمة ، غنى ضد دكتاتورية بينوشيه فاغتاله جنوده بـ 44 طلقة وسط الحشد، الاتحاد الثقافي، جريدة الاتحاد الإماراتية، الخميس 4 نوفمبر 2010.
•    محمد خضير ، المملكة السوداء، دار الشؤون الثقافية العامة، الطبعة الثانية، بغداد 1986، ص156، 157.
•    حسن سليفاني، كولستان والليل، ص37 – 38.
•    نفسه ، ص42.
•    نفسه ، ص52.
•    نفسه ، ص44.

EuroKurd News

Back to top button