CivakRojev

Gul jî derket bazarê !

Srokkomarê Tirkiye yê berê û damezerê AK Partiyê Abdullah Gul , eve demek dirêje  bê deng bû. Têzanin ku Gul pişgiriya partiya DEVA ya di serokatiya Ali Babacan  de dike.

Gelek cara navê Gul ji bo kandidatbûna serokkomariyê derbas dibe. Lê Gul xwe ji polemikên siyasî dûr xist û bê dengî karê xwe berdewam dikira.

Abdullah Gul tevlî rewrisma zangoya ku bi navê wî ye bû. Di rewrisma zangoya Abdullah Gul de, Gul axvtinek kir û li gora xwe hinek şîret li xwendevana kir.

Gul di axavtina xwe de got: Dema mirov dibêje nivşê Z bertekek tê nîşandan.Lê hinek pêşniyarên min ji bo we hene.Di serê her tiştekî de divê mirov insanek baş be. Ji ber ku insanî geleke girîng e. Bi prensib bin, baweriyê li xwe bînin û zelal bin. Rêyên derveyê vê we mesud nake.Tu cara hêviyên xwe winda nekin, bi biryar bin.Bila baweriya we li welatê we werê, Hun deyndarên wilatê xwe ne, vê ji bîr nekin. Lê tu cara akilê xwe û baweriyên xwe bi îcar(kirê) nedin kesekî. Bila bîr û baweriyên we azad bin û her demî bi akilane tevbigerin.

Back to top button