Xorasan a Kurdistanî !

Xorasan a Kurdistanî, dikeve di nava tixûbên Îran û Turkmenistanê.

Mezinahiya erdnigariya Xorasanê digihêje 64.144 km².

Çemê herî mezin yê herêmê Çemê Atrak e, ji berfa helandî ya çiyayên Hezar Mescîd pêk tê û diherike behra Kaspî .

Çiyayên sereke yên herêma Xorasanê ev in :

Çiyayên Hezar Mescîd (rojhilat)

Çiyayê Rînalûd (basûr-rojhilat)

Çiyayê Şahcîhan (basûr)

Çiyayê Aladax (rojava)

Çiyayê Gulîlê (bakûr)

Li xorasan 12 bajarên kurdî hene :

( kelat nadêr_ çinaran_ qûçan _dergez_ faric_ şîrvan _ bocnûrd _ êsferayên_ raz_ aşxane_ germe_ cacerm )

Paytexta rojhilat dûr(xoresan) bajarê bocnûrd e .

• Dîroka bicihbûnê :

Tê zanîn ku êlên kurd di dema Xanedana Safewî de, di nava salên 1598 û 1602 de li Xorasanê hatine bicihkirin.

Di sedsala 16mîn de Xanedaniya Safewî (Îranî) û Osmanî reqîbên hev bûn. Ji ber ku ev du emperatoriyên mezin bi hev re şer dikirin, Kurd di nava Osmaniyên Sunî û Safawiyên şîî mabûn. Di şerê Caldiranê yê sala 1514an de, şahê safawî li hemberî osmaniyan lê dide. Weke encama vî şerî, sînoreke tampon di nava emperatoriyên osmanî û ya farisî tê avakirin û bi vî rengî kurd di nava her du emperatoriyan de tên perçekirin. Bi vî awayî ji 45.000’an zêdetir malbatên kurd ên şîî koçî emperatoriya safawî dikin, lewra sedema koçkirinê jî bi giranî siyasî bû. Di dema Qacarê de ji Xorasana bakur re digotin ‘Kurdistan .

Gava eşîrên kurd xwe li Xorasanê bi cih dikin şerên dijwar di navbera wan û gelên din de (tirkmen, ûzbek, tatar…) diqewimin. Ew ji welatê xwe 1500 – 2000 km dûr bin jî, axa beyanî bi ked û xebat ji xwe re kirin welat.

Armanca bicihkirina Kurdan li Xorasanê ev bû ku bila ew sînora emperatoriya farisî ji êrîşên ûzbekî biparêzin, çimkî di sedsala 15emîn de kurd bi şervanîya xwe bi nav û deng bûn.

Herwiha, encameke din a koçkirinê jî bêguman lawazkirina hêza kurd li rojhilata navîn bû. Bi vî awayî, kurd ji ber dilpakiya wan a li hemberî şahê Safawî ji bo parastin û mijarên din ên emperatoriyê hatin bikaranîn.

Îro li Xorasanê nêzî 6 mîlyon kurd dijîn. Ji wan 60% li gundan, 35% li bajaran dijîn û 5% jî weke rêwend/koçber jiyana xwe derbas dikin. Piraniya wan bi zaravayê kurmancî diaxivin.

Hêjayê gotinê ye ku kurdên Xorasanê, piştî ku li Xorasanê hatin bicihkirin, nêzî 415 sal ji Kurdistana mezin dûr mabûn. Rastebîniyek e ku heta sedsala 20an ti rêxistinên civakî, çandî û siyasî nehatine damezirandin.

Gelek serok, zanyar û nivîskar hatine binpêkirin an jî kuştin.

• Çand û huner :

Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gelek agahiyan nayê. Nivîs û agahiyên derheqê wan hebin jî, ew bi gelemperî bi zimanê farisî ango bi kurdiya erebî hatine nivîsandin.

Lê di kilam û vîdeoyên Yelda Ebasî û Mohsen Mirzazadeh de, mirov dê nas bike ku kurdên Xorasanê çiqas xwedî li çand û hunera xwe derketine. Lewra merov dikare bibêje ku kurdên Xorasanê çiqas ji hêla erdnigariyê ve ji Kurdistanê dûr bibin jî, bi ziman, çand û hunera xwe pir nêzîkî Kurdistanê ne.

Bêguman, kurdên Xoresanê bi dengbêjên xwe bi nav û deng in. Muzîk û huner ji bo wan gelek girîng e, ji ber ku ew navnîşana nasnameya wan e.

Ji bo ku çand û hunera xwe biparêzinm kurdên Xorasanê her salê carek Cejna Çand û Hunera Kurdên Xorasanê pîroz dikin.

Di van pîrozbahiyan de bi taybetî muzîk, cil û berg û helbestvanên Xorasanê tên pêşkêşkirin. Li gorî hin kurdologan, rênexistinbûyî û pêşneketina çand û hunera kurdên Xorasanê ji rewşa xirab a perwerdehî û aboriya herêmê tê. Heta demekê xwendevanên zaningehê kovarên bi navê Kurmanj û Dengê Kurmanc dimeşandin, û evya tenê weke xizmeteke mezin ji pêşxistina çand û hunera herêmê tê bi nav kirin.

• Ziman :

Kurdên Xorasanê, ji bilî eşîrên Zend û Zengene yên ku bi zaravayên kurdî yên başûr diaxivin, seranser kurmancîaxiv in. Kurmanciya xorasanê her çiqas ji jêrzaravayên kurmancî yên ku li Kurdistanê têne axavtin cûda be jî, ji ber ku çend sedsalê dûrîye û di dervê pêvajoyên pêşveçûyîniyên rêzimanî û veguhirînên dengî yên kurmanciya Kurdistanê de maye, di nav xwe de gelekî homojen e.

Pêwist e ku bê gotin, ferhengok û rêzimanê kurmanciya xorasanê kurdî ye, belê him ferhengoka wê him jî fonetîka we pir di bandora farsí û tirkomanî de maye. Heta bajariyên li Bocnûrdê û eşîrên Palûkanlû, Pehlevanlû, Topkanlû, Qereçorlû, Qerebaşlû hwd. dev ji kurdî berdane û tenê tirkomanî, li çend gundên Qûçanê jî tenê bi farsiya rajî (farsiya .gundiyan), diaxivin .

• Cil û Berg :

Jinên kurdên Xorasanê bi karên honandinê, çirpandinê û boyaxkirinê cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên jinên Xorasanê bi gelemperî ji sê perçeyan pêk tê: Kofî, keras û şalwerê jinan.

Kofî ji qedîfê tê çêkirin, serê jinan digire û rengê xwe bi gelemperî sor, kesk ango xemriyî ye. Herwiha, kofiyên jinan bi gelek diravên simî tê xemilandin. Taybetiyeke kofiyê ev e ku, bi diravên xwe yên lêkirî dengeke rîtmîk derdixe, yê ku bi meşîna jinê derdikeve holê. Keras xwediyê berstikeke fireh e. Keras û kofî bi heman rengê tê lêkirin.

• Dawet û Lîstik :

Di dawetên kurdên Xorasanê de govend tune ye, lê bazdan heye yên ku dişibin semaha Elewiyan.

Taybetiyeke din a dawetan heye ew e ku jin û zilam bi hev re dileyîzin. Evya di welateke şerîetê de gelek balkêş e.

Tê gotin ku Iîstikên dawetan berê lîstikên ji bo şer bûn. Li gorî vê yekê jinên kurd ên Xorasanê dema ku zilamên wan diçûn şer, bi van lîstikan zilaman dişandin şer – an jî şervanên xwe bi van lîstikan pêşwazî dikirin.

Mixabin him li bajar him jî li gundan ji kevneşopî, cil û bergên otantîk dûrketinek tê dîtin. Encameke vê rastebîniyê ev e ku cil û bergên gelêrî di jiyana rojane de êdî pir naye li xwe kirin.

Lîstin û govendgirtina kurdên Xorasanê bi çend cure lîstikan pêk tê ku hinek ji wan ev in :

( Yek qerse, Du qerse, Sê qerse, Şeş Qerse, Diyanzdeh Qerse, Enarekî, Hengê Xanan û hwd. )

• Êl û Eşîr :

Eşîr û qebîlên (tayife) kurdên Xorasanê li heft êlan belav dibin. Ên xwedî hejmarên balkeş êlên Çemişgezeg (Zaferanlû) û Şadlû ne. Her wiha çend êlên din jî, ên hejmara wan bi temamî encax qasê hejmara êlên Çemişgezeg û Şadlû ye, li herêmê dijîn.

Zaferanlû (navenda wan Qoçan e)

Şadlû (navenda wan Bocnûrd e)

Topkanlû

Kawanlû (navenda wan Redkan e)

Amerlû

Qereçorlû (navenda wan Samalqan e)

Lek (Zend, Zengene)

Li gor hin gotinan (wek ên siyasetmedar Qilijdaroxlû) kurdên Dêrsimê yên kurmancîaxêv bi eslê xwe tirokmanên Xorasanê ne. Bêguman, merov nikare gelemperî kirineke wiha bike. Bi derbasbûyîna demê zewacên di nava etnîkên herêmê çêbûne, lewra hin eşîrên din ên Xorasanê hene bi eslê xwe kurd in, lê bi zimanê farisî an jî tirkomanî diaxivin.

• Navdarên kurdên Xorasanê :

Hinek ji serok û navdarên kurdên Xorasanê :

Nadir Şah Efşar

Şoca’oddole

Ceco Xan

Serdar Êwez Xanê Celalî

Gul Mohemed

Elîxan beg

Xodo Serdar

Ferecolla Bîçeranlû

Ismaîl Huseynzade Bûwanlû

Xolamhuseyn Rehîmîyan

Elîriza Spahî Layîn

Yehya Elewî Ferd

Hesen Roşan

• Helbestvan :

Helbestvanên navdar ên Xorasanê :

Ceferqulî Zengêlî

Yehya Elewî Ferd

Hesen Roşan

Elîriza Sipahî Layîn

Ismayîl Husênpûr

Kerîm Ekberzade

Sadiq Ferhadî

Elî Hêyderî

Artîn Ferxonde

Huseyin Teqdîsî

Mehbûbe Siadetmend

Cevad Remezanîyan

• Nivîskar :

Nivîskarên navdar ên Xorasanê :

Kelîmullah Tewehodî

Haşim Sadiqî Bacgîran

Babasefer Moradî

Haşim Ferhadî

Neqdelî Elewî Ferd

Mihemed Teqevî

Hesen Elî Tereqî

Gulî Şadkam

Elî Rehmetî

Berat Qevîendam

Elî Recebzade

Ebas Êsmaîlî

Nahîd Molayî

Mihemedriza Şahmoradî

Huseyin Teqdîsî

Elîriza Qarişî

Mihemeriza Mensûrî

• Wergêr :

Wergêrên navdar ên Xorasanê :

Ebas Ferhadî Topkanlû

Mêhdî Ceferzade

Nahîd Ekberzade

Beharê Zêyxemî

Mihemed Teqevî

• Hunermend :

Hunermendên navdar ên Xorasanê :

Remezan Selmanî Berderî

Yalda Abbasî

Mohsen Mizazade

Selman Teqdîsî

Elîriza Islamî

Şeban Islamî

Receb Islamî

Esqer Fellah

Elîriza Baxçixî

Elîxan Yezdanî/Abçûrî

Sohrab Mihemedî

Riza Vehdanî

Mecîd Xanî

Mehdî Omîdî

Emîn Ensarî

Morad Hesenzade

Mohemed Elî Qasimî

Muzefer Hemîdî

Nêmet Zenbîlbaf

Roya Ismayîlî

Elî Kerîmî

Ebolqasim Yezdanî/şanoker

#Çavkanî :

Wikipedia.org

Nerîna min :