Guhertineke mezin di siyaseta Tirkiye de çêbûye
Di destpêka civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê li axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya vê geşta dîplomasiyê û bi taybetî ya Tirkiye ku li hemû rûyêk ve ji bo Kurdistanê girîngiya xwe hebû.
Her wiha ji bo Fransa jî ku yadaştnameyekî hemû waran de li navbera her du aliyan de hate wajo kirin û got:
Êvar baş, hun hemû bi xêrhatin!
Her wekî ku hun agadarin ez bi geştekî fermî çûme derveyê welat û geşta min li Tirkiye destpêkir, paşê min geşteke fermî bo Fransa kir û paşê jî bi geşteke ne fermî çume Elmanya û Nemsa.
Li Tirkiyê ez bawerim keş û hewayekî nû û wekî ku min dît vekirinekî nû li siyaseta Tirkiyê da heye, lê belê mixabin li van çend rojên dawî da hinek rûdawên nexweş rû da ku bi dîtina min ne li xizmeta pirsa Kurd da ye û ez hêvîdarim eve nebê sedema ji holê rabûna proseya aştiya Tirkiyê û rawestana vê kirinê. Em dijî tundutîjiyêne û ez bawerim tu tişt bi şer dest nakevê û hêvîdarim proseya aştî berdewam bibê.
Em li Tirkiyê gihiştîn hevdû têgihiştinekî hevbeş bo ku pêwendiyên aborî pêş bixîn û me helwesta xwe ya negûher dûpat kir ku em li Tirkiye piştgîriya proseya aştiyê dikîn. Dawetkirina min û çûna min ya Tirkiye bi xwe guhertineke li siyaseta Tirkiye û me jî pê xweşe ev pêwendî berev pêş biçin û amadene.
Li Elmanya jî me Wezîrê Derve dît û çûna min ya wir jî zêdetir ji bo amadebûnê bû li dirust kirina komîteya dostayetiya Parlemana Elmanî û Kurdistan. Ji bilî dîtina pêşangehekî firokevanî li Elmanya ewê ku min hest pê kir niha ew gelek ji berê germtirin bo ku kompanyayên wan bêne Herêma Kurdistanê û karê veberhênanê encam bidin.
Serdana min a fermî li Fransa ve dîsa destpêkir, li wir min Serok Sarkozy û Wezîrê Derve dît, Fransa jî herdem pêwendiyeke germ li gel gelê Kurdistanê da hebuye û ewê ku min li wir hest pê kir ew gelek bi germî hatine pêş û çend carek dûpat kirin ku ew piştgiriya Kurd dikin û hevkariya Kurd dikin. Soz jî da serdana Kurdistanê bike û me jî me dawet kir, her li Fransa me Wezîrê Derve dît, Wezîrê Derveyê Fransa jî Bernard Kouchner dostekî kevinê Kurdistane û dostekî taybetiye li sala 1974 ve wî dinasîn. Her wiha kompanyayên Fransa jî hatine piştgirî kirin ku bêne Kurdistan û ez bawerim pêwendiya me û Fransa diçê qonaxekî din. Li demeke nêzîk de şanda me diçê Fransa û şanda bazirganiya wan jî têne Herêma Kurdistanê. Ji bo me jî gelek girînge dewletekî wekî Fransa bi wê germiyê bête pêş ve.
Piştî wê min serdana Nemsa kir û pêr min Serok Phisher dît ku ew jî dostekî kevinê meye û serdana me ji bo hilbijartina wî bû wekî Serokê Nemsa, ew jî çend pirsiyarekî di der barê pêvajoya Iraq hebû. Li hemû hevdîtinan de behsa pêvajoya Iraq û hilbijartina Iraqê hate kirin û me jî dîtina xwe ji bo wan ronahî kir ku pêvajo çawaye û me dûpat kir ku pêwîste Hikûmetekî hevbeş pêkbê, ji hemû pêkhatan bi taybetî ev 4 lîsteyên serketî. Ji bo vê qonaxê jî Iraq pêwîstî bi wê yekê ye û bi vê em dikarin Hikûmetekî çalak li Iraqê dirust bikîn. Em ne li gel îhmalkirina tu aliyekîn lê belê prose aloz buye û wiha ne hêsane. Pirsiyar dihate kirin ku kengê Hikûmet pêktê, bersîva vê pirsiyarê jî zehmete û mirov nikarê bibêje kengê. Lê belê hêvîdarîn Iraq ji vê qeyranê rizgar bibê û demeke nêzîk de Hikûmetekî hevbeşa nîştimanî pêkbê û gelê Iraqê jî asûde bibê.
Guhertineke mezin li ser siyaseta Tirkiye
Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku guhertineke mezin li ser siyaseta Tirkiyê da hatiye û niha cûdahiyeke tevahî li pêwendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatiye holê û got: Bêguman cûdahiyeke mezin li siyaseta niha ya Tirkiyê de tê dîtin ku niha Herêma Kurdistanê qebul dikin û berê navê Kurd û Kurdistan bi kar nedianîn. Lê belê vê carê serdana min fermî bû dawetname jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bo min hatibû şandin û li Tirkiyê jî Erdogan bi Kurdî bi xêrhatina min û got: Bi xêrhatî.
Fransa… Dewletekî girîng
Serok Barzanî nîşan da ku girîngiya Fransa ji bo Kurdistanê mezine û bi taybetî ku Fransa dewletekî girîng û mezinê Ewrûpaye û got: Fransa dewletekî mezin û girîngê Ewrûpaye û ev pêwendiya me û Fransa bandorek li ser pêwendiya me li gel hemû Ewrûpa da dibê.
Şermezarkirina bombebarana li ser sînor
Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku bombebarana deverên li ser sînor û reftarên part û aliyên din li dijî çend armancek li Tirkiye cihê şermezar kirinê ne û got: Me herdem şermezarkirina bombebarana li ser sînorê Herêma Kurdistanê kiriye û niha jî şermezar dikîn û her wiha wan reftaran jî şermezar dikîn ku ji aliyê çend hizb û aliyan ve li dijî çend armancek li Tirkiye û Îran tê kirin. Ji ber ku ev reftar behaneya bombebaran û tevlîbûnê li navçeyên me dide. Em daxwaz ji hemû aliyek dikîn hêviya xwe bibin ber çareseriya aştiyane û eger ew cext li ser çareseriya serbazî dikin bila me ji wê karê hilnequrtênin.
Ji bo bombebaran kirina navçeyên sînoran, me jî tu tîşkekî sewzi bi Îran û Tirkiye nedaye.
Mekanîzma cîh bi cîh kirina peymannameya Kurd – Fransa
Di der barê mekanîzma cîh bi cîh kirina birge û babetên peymannameya Kurd – Fransa Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, li demeke nêzîk da civînek li gel Encûmena Wezîran encam dide ji bo danîna mekanîzma cîh bi cîh kirina vê peymanê û got: Di der barê mekanîzma cîh bi cîh kirina vê peymana hevdû têgihiştina li navbera me û Fransa ku min û Wezîrê Derveyê Fransa me wajo kir. Em li gel Hikûmeta Herêmê rûdinin û her bendek Wezareta pêwendîdar bi mekanîzma xwe datîne û cîh bi cîh dike û eve jî dibê karê Hikûmeta Herêm û ez jî li nêzîktirîn dem li gel Hikûmet rûdinim û vê mekanîzmê datînîn.
Şermezarkirina rûdawên Stembolê
Serok Barzanî carekî din rûdawên vê dawiyê ya Stembolê şermezar kir û got: Bêguman ev rûdaw tiştekî naxweş bûn û bi mixabinî wê dema ku ez li Tirkiyê bûm, PKK ragihand ku agirbest qediya û dest bi şer dike. Dema PKK dest pêkir êdî Tirkiye bombebarana sînoran kir û eve jî tiştekî gelek nexweşe û min pêşbîniya wê yekê nedikir ku dema ez li Tirkiyê bim dê PKK vê hengavê bavêje.
Helwesta negûher di der barê Kerkûk
Serokê Herêma Kurdistanê got: Helwesta me di der barê Kerkûk gelek ronahî û eşkire bû, ew pirsiyara wê yekê li me kirin ku çareseriya meseleya Kerkûk çawa dibe, min jî got ev mesele li gor maddeya 140 a destûr tê çareser kirin.
Em ne dewletekî serbixwene
Di der barê pirsa nebûna alaya Iraq û Kurdistan li dema serdana fermiya Serok Barzanî ya Tirkiye cenabê wî got: Em heta niha ne dewletekî serbixwene, em Herêmekî Federalîn li dewleta Iraqa Federal, li ruyê protokolê ve dibe ku alaya Kurdistanê nebê. Lê belê eger hebû baştire.
Min dema li gel Serok Bush û Serok Obama û Sarkozy hevdîtinê encam da alaya Kurdistanê li hevdîtinê de nebû, dema li Îran li gel Ehmedî Necad rûniştim alaya Kurdistanê nebû, her wiha li dema serdana Su’udiye û Kuwêt û Misir alaya Kurdistanê nehatibû danîn û me tu pirsgirêk ji wê yekê dirust nekir. Her wiha li Tirkiyê min hest bi nebûna alaya Iraqê jî nekir û agahiya min jî jê tûnebû, dema pirsiyar kir paşê min zanî û ez tênegihiştim eve ji bo çi wiha bû û eve jî ne pirsgirêke li navbera Balyozxaneya Iraq li Tirkiye û Wezareta Derve û dûpat jî dikim eve bi daxwaza me nebuye û eger alaya Iraq hebûya em pê dilxweş dibûn. Ji ber ku em beşêkîn ji Iraq, eve meseleyekî protokoliye û pêwîste li navbera Wezareta Derveya her du welatan bê çareser kirin.
Vegerandina Penaberan bi zorê nayê qebûl kirin
Serokê Herêma Kurdistanê got: Tu demek em ne li gel wê yekê ne ku penaberan bi zorê vegerênin û berevajiya wê ev axaftin ne raste, me pê xweşe bi rezamendiya wan bê li gor bernameyek ku vegerin vir û bêkar û bê îş nebin. Me wiha bi wan re gotiye divê bi rizamendiya wan bê û bernameyekî wiha ji bo wan bête danan li navbera wan dewletên axaftin li gel wan tê kirin û em jî heta jêderê jiyana wan dabîn bikin bi mercekî ku bi dilê xwe vegerin.