Cîhan

Guardian: Brîtanya 1.000 kesên can ji destdana Korona veşartiye

Rojnameya The Guardian ya Brîtanî belavkiriye, desthilatdarên welatê wan, hezaran welatiyên bisalçûyî ku vê dawiyê koça dawî kirine li rêza qurbaniyên Korona de tomar nekiriye û wekî hewlek ji bo kêmkirina radeya ziyanên can ji destdana vê şewbê.

Rojname eşkerekiriye li mal û xaneyên bisalçûyan zêdetirê 1000 welatî canê xwe ji destdane. Lê belê li amarên fermî da hîç amajeyek bi wan kesan nehatiye kirin.

Li gor zanyariyên Dezgeha Amarên Niştimaniyê Brîtanya, heta 27ê adarê, tenê 20 haletên mirinê li xaneyên bisalçûyan hatiye tomar kirin.

Lê rojname belavkiriye ku li nîvê mal û xaniyên bisalçûyan de şewba Korona têda belavbûye ku hemû 400 hezar bisalçû têda hene.

Hejmarek ji karmendên wan mal û xaniyên bisalçûyan dilgiraniya xwe ya li piştguhxistina xaneyên wan derbiriye û ragihandine ku li rûyê pişkinînê û pêdiviyên pizîşkî ve kêmasiyên wan heye.

Li gor amarên fermî yê Wezareta Tendirustiya Brîtanya heta 9ê nîsanê, 65 hezar kes tûşî Korona bûne û ji wê hejmarê jî 7 hezar û 978 kes canê xwe ji destdane.

Back to top button