Gruba xiyanetê bêhêvî bûye

ruaba xiyanetê ya 16ê cotmehê ya YNKê, ji ber sextekarî kirina helbijartinên parlamentoya Kurdistanê bêhêvî bûye, hewl dide helbijartinên parlamentoya Kurdistanê paşbixin û bin ve kar li ser vê yekê dikin û dixwazin vê bixin stûyê PDKê de.Li gor zanyariyên BasNewsê gruba xiyanetê ya 16ê cotmehê dinav YNKê de, di helbijartinên parlamentoya Iraqê ya 12ê Gulanê de erkê destverdana sandoqan girtibûn serxwe û naha bê hêvî bûne ji ber nikarin heman awayî destverdanê li sandoqan bikin, ji ber wê di çapemeniya xwe de hewl didin ku bi hemû awayekê wisa nîşan bidin ku YNK li gel pêkanîna helbijartinê ye, lê PDK dixwaze helbijartin bê paşxistin.Serokê fraksiyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji malpera fermî ya YNKê re ragehandiye, di civînê de guftûgo li ser vê kirine û pir girane li du mehan de ji xelkê daxwaz bê kirin ku biçin bo helbijartinê deng bidin. Ji ber ‘’Pir dem li ser helbijartinên Iraqê de derbas nebûye û xelk westiyaye û herwaha naha encamên helbijartinên Iraqê hîn bi temamî derneketine. Ji ber wê ji hemwelatiyan daxwaza çûna ser sandoqên dengdanê kirin bêzariye bo hemwelatiyan.’’Dilêr Mawetî got: ‘’Hin nêrîn hebûn ku digotin li ti welateke cîhanê di salekê de sê helbijartin pêknayê û ev xelkê diwestîne û heman demê de li ser meseleya budce jî bo helbijartinê hate pêşneyar kirin û eger helbijartin yek carê bên kirin dibe ku budceyek kêmtir biçe.’’Herwaha di çapemeniya ser bi Lahor Cengî de ku rêveberê YNKê yê serekî yê gruba xiyaneta 16ê cotmehê ye ragehandiye, serokê fraksiyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Merwan Gelalî ragehandiye ku PDK dixwaze helbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên paşxistin. Lê Merwan Gelalî ji BasNewsê re ragehand, ku ti belgeyekî vê yekê îspat bike di dest wî de tineye, tenê ev tehlîla wî ye ku dibe PDK daxwaza paşxistina helbijartinê bike.

Nerîna min :