Grêya hikumeta Swêd vebû nexşe li ya Kurdistanê jî
Piştî 131 roj bi ser hilbjartnan ra derbas bûn, partiyên siyasî li Swêd, karîn li hev bikin û hikumeta Swêdê pêkbînin û serokwezîrekî destinîşan bikin. Roja 18.01.2019ê parlamentoya Swêdê deng bi Stefan Loven serokê partiya Sosyaldemokrat da û ew weku serokwezîr raspart ku hikumeta Swêdê ava bike, tê çaverêkirin ku roja duşemê 21 vê mehê Stefan Loven pêkhateya kabîneya xwe pêşkeşî parlamentoyê bike daku baweriyê pê bidin.
Li Swêd du blok yan dû bere yên klasîk hene ku di hemû hilbijartinan da li ser kursiyên parlamentoyê hevirikyê dikin; Bloka li jêr navê (Alyans) ku ji 4 partiyan pêk dihêt ewjî; Partîya Modêrat, Center Partî, Partiya Lîberal û Partîya Krîst Demokrat. Herwesa blokê din jî li jêr navê (Kesk û Sor) ku pêk di hêt ji Partiya Sosyal Demokrat , Partîya Çep û Partiya Jîngehê.
Di van salên dawiyê da Partiya Regezperest ya bi navê (Demokratên Swêd) hatiye ava kirin û hilbjartin bo hilbjartinê rewşa wê ber bi başiyê diçe û dengên wê zêde dibin, di hilbjartina dawiyê da 62 kursî bidest xistin û bo partiya sêyem li Swêd.
Helbijartinên Swêd li roja 2018/9/9 hatine encam dan û blokê (Sor û Kesk) bi yêk kursî ji blokê (Alyans) zêdetir deng înan û vê yekê jî wesa kir ku avakirina hikumetê gelek bi zehmet be û ji ber hindê jî gelek gîro bû.
Ji bona ku Partiya Regezperest (Demokratên Swêd) nekeve di hikumetê da û ji bona ku wê çi bandor û destihlat li ser hikumetê nebe, dû partiyên nava blokê Alyans, Partiya Center û Partiya Liberal piştevaniya Stevan Loven kir û di dengdanê da deng li dijî Loven neda, dengên wan bi dengê zer hatin hesab kirin, anku bêdeng. Partiya Çep jî bêdeng man û dengên wê jî zer hatin hijmartin.
Dengan bi vî awayî bû:
Erê: 116 deng (Sosyal Demokrat û Partiya Jingeh)
Nexêr: 153 deng (Moderat,Krist Demokrat û Sveriga Demokrat)
Dengên zer: 77 deng (Partiya Center, Liberal û Partiya Çep)
Yasaya Swêd bi vê awayî ye: Parlamentoya Swêd 349 parlamenterin, diviyabû 176 kesan gotiba nexêr hîngê Stefan Loven nedikarî bibe serokwezîr.
Vêca bila partiyên başûrê Kurdistanê jî sazanê (kompromîs) biken û berjewendyên gel bi ser hemû berjewendiyan ra danin û lezê li pêkanîna hikumetê bikin û dest bi xizmeta xelkê bkin.
N.H