Polîtîk

Greston: Weke modeleke demokrasiyê Kurdistanê cîyekî mezin heye

Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê digel Jermy Greston diplomatkarê berê yê Brîtaniyayê û cîgirê Pol Bremer hakimê Îraqê di salên 2003-2004ê de civiya.

Di destpêka hevdîtinê de, Jermy Greston kêfxweşiya xwe li hember vê serdana xwe ya piştî 7salan bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku di nava van heft salan de Kurdistan di warê siyasî û abûrî de gelek pêşde çûye. Greston got ku ew hêvîdare ku deverên din yên Îraqê jî fêdey ji serkeftina tecrûbeya herêma Kurdistanê werbigirin û Kurdistan ji bo îraqiyan bibe modelek.

Diplomatkarê brîtanî di axavtina xwe de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî weke serokê kabîneya pêncê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ku, di wê serdemê de Kurdistan di warê siyasî û abûrî de geş bû û xizmetên hêja ji hevwelatiyan re  kirin, da û got ku kabîneya şeşê jî berdewamiya wê kabîneyê ye û hemû weke yek tîm bi hev re ji bo pêşxistina Kurdistanê dixebitin û her ev jî xaleke bihîz ya hukimdariya Kurdistanê ye.

Greston got ku herêma Kurdistanê weke modelek demokrasiyê di deverê de cîyekî xwe yê mezin  heye û ji aliyê dewletên mezin û ewropayê jî ve bi çavekê hêvîbexeiş dinêrine paşeroja herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî kêfxweşia xwe diyar kir ku piştî 7salan careke din Jermy Greston vedigere Kurdistanê û got:
– Berê jî û nuha jî xizmetkirina hevwelatiyan, geşepêdana abûrî, pêşxistina jiyana demokratîk û hukimdariya şefaf her tim ji ewlewiyatên karên herêma Kurdistanê bûne.
– Me li herêma Kurdistanê hêviyeke geş bi paşeroja herêma Kurdistanê heye ku, di çarçoveyê îraqeke destûrî, demokratîk û federal de, rewşeke baştir bo hevwelatiyna, dabîn bikin.

Li dor bûyerên herêmî jî, Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku herêma Kurdistanê piştgiriya demokrasî û azadiya gelan dike û got: ”Herêma Kurdistanê li ser pêkvejiyana biratî, jiyaneke aram û bi îstîqrar bo hemûyan bi îsrar e.”

Back to top button