Barzanî ûTalabanî pêşwaziyê li berpirsên Sûriyê nakin
Serokkomarê İraqê Celal Talabanî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne amade ne pêşwaziyê li berpirsên hikûmeta Sûriyê bikin ku çend mehan li wî welatî xwepêşandan berdewam in û rejîma Esad jî bi awayekî dijwar û xwînawî rûbirûyê xwepêşanderan dibe.
Roja 31ê meha borî wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelîm serdana Bexdayê kir, wek hewldaneke dîplomatîk a rejîma Beşar Esad da ji wê krîza ku welatê wan ketiyê tê de, derkevin. Yek ji bernameyên serekî yên Muelîm, serdana herdû serkirdeyên kurd Celal Talabanî û Mesûd Barzanî bû da daxwazê ji wan bike ji aliyê xwe ve hewl bidin kurdên rojava li Sûriyê serî hilnedin û xwepêşandanan nekin.
Herçiqas wezîrê derve yê Sûriyê daxwaz kiribû bi sîfetekê wek dû serkirdeyên kurd Talabanî û Barzanî bibîne û were herêma Kurdistanê ligel wan rûne, lê belê Talabanî û Barzanî daxwaza wî red kirine û amade nebûn pêşwaziyê li wî serkirdeyê Sûriyê bikin û red kirine ku were herêma Kurdistanê. Di serdana xwe ya İraqê de Muelîm li Bexdayê ligel serokwezîr Nûrî Malikî û wezîrê derve Hoşyar Zêbarî civiya û daxwaza hevkariyê ji wan kir.
Berpirsê ragehandina Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Fethulla Hûseynî di vê derbarê de ji rojnameya Aso re got:
– Di acendeya serdana Mualîm de wiha bû Mam Celal bibîne, ne wek serokkomar, wek sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û wek kurdekî da bandorê li ser kurdên Sûriyê çêbike ji xwepêşandanên Sûriyê vekişin, loma Mam Celal jî daxwaza wî red kir.
Huseynî wiha axifî:
– Di medyayê de hîç behsa wê hewldana Mualîm nehat kirin û veşartî hat hiştin. Di heman demê de Muelîm li ser daxwaza serokê Sûriyê Beşar Esad xwestiye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bibîne, lê belê her bi awayê devkî Barzanî daxwaza serokê Sûriyê red kiriye û ne amade bû li herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Muelîm bike.
Huseynî da zanîn ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji wan re gotine ku bi hemû awayekî piştîvaniyê li partiyên kurdên Sûriyê dikin. Ji bo piştraskirina vê nûçeyê rojnameya Aso bi serokatiya herêma Kurdistanê ve dikeve têkiliyê, wek bersiv jî serokatiya Kurdistanê gotiye: ‘’Tu nirxandineke me li ser vê mijarê tune.