Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di çerçoveya gera xwe de li bajarê Siwasê li gel dezgehên sivîl û muxtarên deverê civînek li darxist. Davutoglu di vê civînê de rexneyên tund li Erdogan kirin.
Davutoglu ji partiyên din cuda Erdogan rexne dike û taybetî wek îdeologê berê yê AKPê dibêje ku, Erdogan ji dev rêya xwe berdaye û ew doza ku bi me destpêkirî niha Erdogan berê xwe jê guhestiye û di rêyek din de diçe.
Davutoglu di derbarê Erdogan de dibêje: We berê digot “Cîhan ji pêncê mezintire” Dinya ji Çînê jî mestir e.Erdogan berê îşareta Rabia dikira dixweyê niha ji bo xatirê pêwendiya li gel Misrê deynê hêdî îşareta Rabia nake.
Di derbarê daxûyaniya parlementerê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî de jî ku gotîbê “muxatabê pirsa Kurd Îmraliye”, Davutoglu dibêje ku, tu ferq di navbera gotina Temelli û nameya ji Îmralî ji bo hilbijartinên şeredariya Stanbul û Enqere ji Erdogan re hatî tuneye. Davutoglu dibêje ku herdu jî Îmralî muxatab dibînin.